Karkerên Bakirkoyê 34 roj in di grevê de ne 2021-11-27 09:02:27 STENBOL - Serokê Belediye Îş a Şaxa Jimare 2 a Stenbolê Savaş Dogan, diyar kir ku karkerên Bakirkoyê 34 roj in ji bo mafên xwe li ber xwe didin û dê heya dawiyê bitêkoşin.    Karkerên Şaredariya Bakirkoyê, ji bo daxwazên wan ên Peymana Kar a Giştî (TÎS) pêk bên 34 roj in di grevê de ne. Karkerên ku kon vedane, diyar kirin ku dê daxwaza şaredariyê ya "bêzem" qebûl nekin û dê heya dawiyê ji bo mafên xwe bitêkoşin."    Serokê Sendîkaya Karkerên Şaredariyan û Xizmeta Giştî ya Tirkiyeyê (Belediye Îş) a Şaxa Jimare 2 a Stenbolê Savaş Dogan, diyar kir ku şaredariyê di 2020'an de TÎS îmze nekiriye û ji ber vê meaşê wan nehatiye zêdekirin.    Dogan, bilêv kir ku Wezaret5a Xebatê karbidestiya TÎS'ê daye sendîkaya wan û got: "Bi vê karbidestiyê re me dest bi hevdîtinan kir. Me gelek xalên îdarî nîqaş kirin. Lê gava mesela hat ser heqdestê, şaredar got 'Budçeya şaredariyê ji bo vê ne musaîd e' û got dê meaşan zem neke. Me pir li ber xwe da, heya ji me hat me deriyên diyalogê vekirin, lê rêvebiriya şaredariyê ji bo vê tu gav neavêtin. Me jî dest bi grevê kir. Greva me bi coşeke mezin didome. Em bibiryar in, heya em heqê xwe bistînin em ê bitêkoşin."    ‘DAHATA ME KEDA ME YE'   Dogan, diyar kir ku xwestina TÎS'a ku di sala 2020'î de qediyaye nû bikin û doza zemeke ji sedî 5 dikin. Dogan got: "Di serdemeke ku dowîz zêde dibin, pereyê me bûye pûş, pêşniyazkirina zemine dûrî rastiyê, karkerên şaredariyê diêşîne. Îtiraza me ji bo vê ye. Em karker vê yekê heq nakin. Ji xeynî keda me wekî din tu dahatek me tune ye. Em bi meaşê ji vir distînin debara malbata xwe dikin. Divê hinekî rasteqîntir bin û li gor vê zemê bikin. Daxwaza me ev e."    Dogan, destnîşan kir ku ew ê heya dawiyê bitêkoşin.