Di 16 salên AKP’ê de deyn, xizanî, tiryak, girtin û kuştin çarqat zêde bû 2018-02-18 10:44:03 NAVENDA NÛÇEYAN - Cîgirê Serokê Giştî yê CHP'ê Çetîn Osman Bûdak, der barê rewşa AKP'ê ya 16 salan de rapor amade kir. Di raporê de derket holê ku di 16 salên AKP'ê de xizanî û deyn çarqat zêde bûye. Dîsa hêjmara girtî û hikumxwaran ji sedî 285, hêjmara tiryakên hişbiriyê ji sedî 678 zêde bû.  Sendîkaya Karsazan ên CHP'ê û Cîgiriya Serokatiya Giştî ya Yekîneyên Pîşe, di berpirsiyariya Cîgirê Serokê Giştî yê CHP'ê de Çetin Osman Budak, der barê 16 salên AKP'ê de rapor amade kirin. Budak û sendîkaya Karsazan bi ser navê “Tabloya hilweşînê ya AKP’ê, Fatûraya 16 salan" rapor amade kir. Di raporê de bi daneyan ji sala 2002'an heta 2017'an rewşa aborî ya Tirkiye û beriya serdema AKP'ê rewşa aborî ya Tirkiye li ber çavan hatiye rawistin.    Li gorî vê raporê 16 sal berê deynê şexs 2 hezar û 677 TL bû, lê niha 10 hezar û 981 TL ye. Disa ferqa deynê îhtalatê ya 52 salan 43.7 milyar dolar bû. Di serdema AKP’ê ya 16 salan de 13 qat zêde bû. Deynê ferqa îthalat ya li hemberî îxracatê derket 561.6 mîlyar dolarî. Deynê derve yê bazirganiya 80 salan  247 milyar dolar bû. Lê di serdema AKP'ê de deynê bazirganiya derve derket 960.6 milyar dolaran. Heqê av, ceyran û gaza xwezayî di serdema AKP'&ê de 3 qat buha bûn. Tûpê gazê yê 12 kilo 4 qatan buha bû. Kîloyek nan di 16 salên AKP'ê de ji 1.03 TL derket 4.19 TL yan. Di 6 salên dawî de hêjmara dewlemendan ji 32 hezaran derket 127 hezar an.    BETALÎ ZÊDE BÛ   Deynê sektorên taybet ê derve jî zêde bû. Deynê sektorên taybet ji 43 Milyar dolaran derket 307.8 milyar dolaran. Dîsa rêjeya betaliyê zêde bû. Di sala 2002’an de rêjeya betaliyê ji sedî 8.3 bû, lê di sala 2017’an de rêjeya betaliyê derket ji sedî 10.3’an.    BENZÎN Û MAZOT QAT BI QAT ZÊDE BÛ   Di serdema AKP'ê de buhayê benzînê ji 1.66 TL derket 5.62 TL’yan. Dîsa buhayê motorinê  ji 1.30 TL’yan derket 5.17 TL’yan. Sînorê xizaniyê ji 1155 TL derket 5 bin 238 TL'yan. Sînorê birçîbûnê jî ji 380 TL derket 1608 TL'yan.    TIRKIYE DI MILÊ HIQÛQÊ DE PAŞVE KET   Tirkiye di milê hiqûqê de jî paşve ket. Tirkiye di milê hiqûqê de di nava 113 welatan de daket rêza welatê 99'an. Di qada çapemeniye de ket lîsteya "Welatê azadiya çapemeniyê lê tune ye." Di milê fihûşê de ji sedî 790, îstîsmara zarokan ji sedî 434, tundiya li ser jinê ji sedî 1400, cînayeta mirovan ji sedî 261, tacîza zayendî ji sedî 449, hêjmara girtî û hikumxwaran ji sedî 285, tiryaka hişbiriyê ji sedî 678 zêde bû.