Çalakiya bi teştên hevîr: Em rojekê têr, şeş rojan birçî ne 2021-11-23 09:05:35 WAN - Jinên bi teştên hevîr û tenekeyên rûn ên vala çalakiyê li dar dixin û balê dikişînin ser krîza aborî, anîn ziman ku sedema hilweşîna aboriyê polîtîkayên şer ên AKP'ê û MHP'ê ne.  Krîza aborî ya ku ji ber polîtîkayên şaş ên îqtidara AKP'ê her diçe kûr dibe, kiriye ku êdî kes nikaribe pêdiviyên xwe yên sereke jî peyda bike. Li Taxa Xaçortê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê jinên ku nan li tenûrê dixin, anîn ziman ku ji ber bihabûna rûn û arvan êdî nan jî bi destê wan nakeve.       Jin ku ji ber krîzê êdî nikarin nanê tenûrê jî lê bixin, car carinan ji bo îqtidara ku bûye sedema hilweşandina aboriyê şermezar bikin bi teştên hevîr û tenekeyên rûn ên vala çalakiyan li dar dixin. Jinan got: "Em rojekê têr, şeş rojan birçî ne."    DESTVALA VEDIGERIN MALÊ   Ayten Salgur diyar kir ku ji ber krîza aborî mirov nikarin zarokên xwe jî xwedî bikin. Salgur, bilêv kir ku kîsê arvan ku hefteyek berê bi 200 TL'yî bû niha bûye 285 TL û tenekeya rûn bûye 500 TL û got: "Divê her kes li ber vê krîzê rabe. Hikûmetê mirov birçî hiştine, perîşan kirine. Dibêjin 'An hûn ê li rex me bin, an jî hûn ê birçî bimînin. Berê gava em diçûn marketê me danûstednina xwe dikir û em dihatin, lê niha gava em çav fiyetan dikevin em paş stuyê xwe dixurûnin û vedigerin malê."    HILBIJARTINA PÊŞWEXT   Salgur, destnîşan kir ku di vê krîzê de jî Erdogan êrişî kurdan û HDP'ê dike, lê pir aşkere ye ku êdî xelasiya wî nemaye, dê biçe. Salgur, bilêv kir ku dixwazin hilbijartinek pêşwext çêbibe, ji lew re hikûmeta heyî krîzê kûrtir dike û got: "Bila gel êdî bes berbayî wan bikevin, bila bibêjin 'êdî bes e' û rabi ser xwe."    ROJEKÊ TÊR, ŞEŞ ROJAN BIRÇÎ NE   Zarya Salgur jî diyar kir ku êdî nikarin ji bazarê zebze jî bistînin û Esmer Gulşen jî got: "Xizan êdî nikarin bijîn. Em rojekê têr, şeş rojan jî birçî ne. Serê sibehê gava em şiyar dibin em nizanin em ê çi bikin. Li malê tiştek jî tune ye. Gava tu diçî bazarê jî tu nikarî tiştekî jî bikirî."    JI DÊVLA NAN TANQ Û TOP   Şukiriye Karataş jî destnîşan kir ku gel nikare debara xwe bike û sedema vê jî AKP û şirîkê wê MHP ye. Karataş, diyar kir ku tûpê metbaxê bûye 200 TL û got: "Sedema vê polîtîkayên şer ên AKP'ê û MHP'ê ne. Tank û topan dikirin û li çiyayan şer dikin. Bila mirov li ber vê rabin ser pêyan. Ji ber vî şerî her diêe aborî xirabtir dibe û em êdî nikarin nan jî çêbikin."