Keda zarokan tê xwarin, heqdesta wan tenê 3 lîre û nîv e 2018-02-17 09:33:37 MÊRSÎN - Li Tarsûsê, li malekê bi awayekî derî tomarkirinê pirase bi zarokan tê paqijkirin. Serê qaseyê 3 lîre û nîvan didin zarokên penaber û 7 lîreyan jî didin zarokên din.  Sûriyeyiyên ku ji ber şerê 7 salin li Sûriyeyê didome neçar man welatê xwe biterikînin. Zarokên ku mecbûr man tevî malbatên xwe mal û dibistanên xwe biterikînin, bi gelek binpêkirinên mafan re rû bi rû dimînin. Ji bo penaber jiyana xwe îdame bikin, ji neçarî zarok jî dixebitin û bi awayekî zêde keda wan tê xwarin û binpêkirin. Zarok li kargehên qaçax, bêyî venêrîn, tomarkirin hebe di şertên derî mirovahiyê de bi heqedesteke pir kêm û demeke dirêj tên xebitandin. Di dema xebatê de jî bi cudaparêziyê û şidetê re rû bi rû dimînin. Kargeh û kesên wan dixebitînin jî hema bêje heta niha bi tu mueyîdeyan re nehatine cezakirin.    Li Taxa Şahînê ya Tarsûsa Mêrsînê, li gelek malên hewşên wan mezin bi zarokên sûriyeyî pirase tên paqijkirin. Zarok piraseyên paqij dikin li qaseyan bi cih dikin û serê qaseyê pere distînin. Dema me xwest em bi zarokan re biaxivin, jina ku li ser keda zarokan rûdinê û ji wan pereyan qezenc dike nehişt em bi wan re biaxivin.    Paşê zarokekî din bi dengekî nizm got, jinik serê qaseyê 3 lîre û nîvan dide zarokên penaber û 7 lîreyan jî dide zarokên welatiyên Tirkiyeyê û kesên mezin jî serê qaseyê 10 lîreyan distînin.