Karkerên Kod-A'yê: Ne 137 roj, dê hezar û 37 roj bidome... 2018-02-16 09:08:13 STENBOL - Karkerên Kod-A Bîlîşîmê yên ji ber sendîkayî bûn ji kar hatin avêtin, di berxwedana 137 rojan de ev tişt gotin: "Ne 137 roj, hezar û 37 roj jî derbas be, em ê berxwedana xwe dewam bikin. Heta em mafê xwe bigirin dê têkoşîna me dewam bike." Karkerên li Tirkiye û Kurdistanê xwedî li mafên xwe derdikevin, di bin zextên hikumeta AKP'ê de ne. Bi hezaran karkerên ku mafên wan hatine xwarin, karkerên Kod-A Bîlîşîmê tenê beşek ji wan in. Ji ber ku sendîkayî bûn ji kar hatin avêtin, li ber Miduryeta Turk Telekomê ya li Guneşliyê 137 roj in di çalakiyê de ne. Karkeran ji 3'yê Cotmehê vir ve kon veda ne û çalakiyê dewam dikin, aşkera kirin ku ew ketine rêyeke dûr û dirêj û têkoşîna wan didome.   ‘EM Ê TU CARÎ DEST JI TÊKOŞÎNÊ BERNEDIN’   Hulya Guler jî karkereke Kod-A Bîlîşîmê ye û pişt ji kar hat avêtin, ji bo karê xwe di berxwedanê de ye. Guler aşkera kir ku ruxmê zextên derûnî yên karmendan û hewaya sar jî ew tê dikoşin û ev tişt got: "Li Tirkiyeyê 37 karker û li Stenbolê em 12 karker ji kar hatin avêtin. 137 roj e 2 jin û 3 jî mêr di berxwedanê de ne. Me bi tu awayî paşve gav neavêt." Guler da zanîn ku gelek sazî jî piştgiriyê didin berxwedana wan û wiha pê de çû: "Karkerên heval û dostêm me, em tenê nehiştin. Xwarinên germ ên jinan, ji me re şorbeyê tînin. Ev hêza me xurt dike."   ‘EM Ê BI BERXWEDANÊ BI SER KEVIN'    Karkerê Kod-A'yê Emrah Duman jî derbirî ku ew ê li dijî pêkanînên dişî hiqûqê û binpêkirina mafan rawestin û ev tişt anî ziman: "Me di serma, berf û bagerê de li ber xwe da. Hem dozên tekakesî û hem jî ya sendîkayê dewam dike. Me xwest em bi karmendan re hevdîtinê bikin. Di dema hevdîtinê de tu daxwazên me neanîn cih. Em jî 137 roj e li vir in. Ne 137 roj, hezar û 37 roj jî derbas be em ê dîsa li ber xwe bidin. Heta em mafên xwe bi dest nexin, dê têkoşîn dewam bike. Di vê pêvajoyê de me pêşî li sirgûn û ji kar derxsitinê girt. Em dizanin ku bi berxwedanê em ê bi ser kevin."   'KOÇEYA BERXWEDANÊ'   Karkerê Kod-A'yê Tugay Gungor jî destnîşan kir ku navê koçeya ku kon lê vedane, kirine "Koçeya Berxwedanê", der barê pêvajoya berxwedanê de ev tişt anî ziman: "Me dît ku berxwedana me bandoreke xurt li ser hundur dike. Karmend wekî berê zextan li hevrêyên me nakin, daxwazên wan li ber çavan digire. Di dawiya vê berxwedanê de hevalan kêfxweşiyên xwe anîn ziman. Hevrêyên me jî piştgiriyê didin me. Di dema bêhndanê de tên serdana me. Di serdema OHAL'ê de dewamkirina berxwedanekê ew qas ne hêsan e. Dê sendîka bikeve Kod-A'yê, dê karker mafên xwe bigirin."