3 milyon û 275 hezar mirov li kar digerin 2018-02-15 12:37:18 ENQERE – TUÎK’ê daneyên betaliyê yê meha mijdara 2017'an aşkere kir. Li gorî daneyên TUÎK'ê rêjeya betaliyê zêdeyî ji sedî 10’an e. Ji xeynî kesên ku heviya xwe ji kar qut kirine 3 milyon û 275 hezar mirov li kar digerin.  Saziya Îstatîstîkan a Tirkiye (TUÎK), daneyên meha Mijdara 2017'an bi raya giştî re parve kir. TUÎK'ê, diyar kir ku rêjeya betaliya meha mijdarê ji sedî 10,3'ye. Li Tirkiye hêjmara betalên ku temenê wan di ser 15 saliyan re li gorî mijdara 2017'an 440 hezar karker kêm bûn bû. Hêjmara kesên betal û li kar digerin derket 3 milyon û 275 hezar mirov in. Rêjeya betaliyê ji sedî 1,8 kêm bû û derket ji sedî 10,3'an.