Ji bo rakirina konan du roj wext dan karkeran 2021-08-25 16:55:08     EDENE - Ji bo konên karkerên çandiniyê yên mexdûrên koçberiyê ku li navçeya Karataşê dimînin rakin, 2 roj wext dan wan.    Walitiya Edeneyê, Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) û Miduriyeta Giştî ya Rêya Bejahiyê, bi hêceta çêkirina pirekê û paqijkirina qenala avê ya aîdî DSÎ'ye dixwazin konên li kêleka qenalê yên li Taxên Çavûşlû û Karagoçer ên li ser rêya Tûzla ya girêdayî navçeya Karataş a Edeneyê ji cihên wan rakin. Miduriyeta Şaxa Lênêrîn û Kargeha Avdanê ya Deşta Seyhana Jêr di nivîsa ku di 23’ê tîrmehê de teblîxî Muxtariyeta Taxa Karakoçer kir de xwest karkerên çandiniyê konên ku lê dimînin di nava 2 rojan de vala bikin. Di teblîxê de hat diyarkirin ku kesên konê xwe vala nekin wê bi darê zorê bên derxistin û derbarê wan de wê kirarî bên destpêkirin.    Karkerên çandiniyê diyar kirin ku rayedaran ji wan re cihekî ku biçinê diyar nekirine û cihekî ku biçinê nîne.