Li Rihayê şermezarkirinên DEDAŞ’ê mezin dibin 2021-08-14 13:22:35   RIHA - Cotkaran li dijî birîna ceyranê ya DEDAŞ’ê, li navçeya Kaniya Xezalan rê li trafîkê girtin û çalakî kirin.    Çalakiyên şermezarkirinê yên li dijî birîna ceyranê ya Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) ku li Rihayê dest pê kirin, mezin dibin. Cotkaran piştî navçeyên Sêwreg, Hîlwan, Wêranşar û Xeliliyeyê îro jî li navçeya Kaniya Xezalan çalakî pêk anîn. Cotkarên ku rêya Kaniya Xezalan û Serêkaniyê li trafîkê girtin daxwazên xwe rêz kirin. Li Gundê Pekmezler ê cotkaran çalakî lê kir, gelek esker û wesayitên zirxî hatin bicihkirin.    Di navbera cotkar û cendermeyên xwestin rê vekin de pevçûn derket. Cotkar Halîl Oldûbaş bi gotina “Ji min re faturayeke 500 hezar lîre derxistine. Berhemê min ziyan bû. Deynê min ê krediyê li bankê heye. Min 170 hezar lîre kredî kişand û da. Harran 7 lîre ye ez 17 lîre didim” bertek nîşanî DEDAŞ’ê da.    Çalakiya cotkaran a girtina rê didome.