Şahidê Komkujiya Pirsûsê: Bi zanebûn dereng mudaxile kirin 2021-07-17 09:05:34 RIHA – DAIŞ'ê ku li Kobanê têk şikiya, di sala 2015'an de li Pirsûsê ciwanên ku xwestin ji bo zarokên Kobanê pêlîstokan bibin hedef girtibû û di vê êrişê de 33 mirov jiyana xwe ji dest dabûn. Li gorî şahidê komkujiyê Mehmet Koştî, piştî êrişê heger bi zanebûnê dereng mudaxileyî birîndaran nehata kirin, dibû ku ewqas kes jiyana xwe ji dest nedana.  Piştî ku DAIŞ'ê li Kobanê têk şikiya, li gelek deverên Tirkiyeyê dest bi êrişên xwekujiyê kiribû. Di 20'ê Tîrmeha 2015'an de ciwanên ku xwestin ji bo zarokên Kobanê pêlîstokan bibin, li Pirsûsê hedef hatibûn girtin û 33 mirovan jiyana xwe ji dest dabûn. Bi bangawaziya Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) ji çar hawirdorên Tirkiyeyê gelek kes ji bo pêlîstokan ji zarokên Kobanê re bibin, berê xwe dabûn navçeya Pirsûs a Rihayê. Ev kes berî ku ber bi Kobanê ve biçin, li Navenda Çandê ya Amarayê li hev kom bûbûn. Piştî demekê di nav van kesan de bombeyek teqiyabû.    Xwekuj Şeyh Abdûrrahman Alagoz, 33 kes kuştibûn û di ser 100 re jî mirov birîndar kiribûn. Birayê wî Yûnûs Emre Alagoz jî, paşê bûbû kujerê Komkujiya 10'ê Cotmehê ya Gara Enqereyê.    Ji şahidên Komkujiya Pirsûsê Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Pirsûsê Mehmet Koştî, rewşa beriya êrişê û piştî êrişê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re vegotin.    CIVÎNA LI QEYMEQAMTÎ Û MIDÛRIYETA POLÎSAN    Koştî, anî ziman ku berî ku ciwanên SGDF'î bên Pirsûsê ji wan re gotibûn û wan jî ji ber vê daxwaza wan civînek bi Qeymeqamê Pirsûsê, Midûriyeta Polîsan a Navçeyê û Midûriyeta Polîsan a Rihayê re hatibû çêkirin û rojeva civînê jî hatine ciwanan û çûna wan a Kobanê bû.    Koştî, bilêv kir ku rayedaran ji wan re gotiye bi hinceta dibe ku çalakiyên provakatîf bên çêkirin xwestine vê civînê çêbikin û got: "Me jî got, ciwanên ku dê bên, dê ji bo gelê Kobanê bên û dê pêlîstokan bibin ji zarokan re. Me got, provakasyonek tune ye. Dizanibûn dê gelek ciwan ji bajarên cuda bên. Beriya teqînê bi rojekê komeke ciwan hatin. Li Navenda Çandê ya Amarayê man. Roja teqînê jî serê sibehê ciwanên din jî hatin. Di rê de hin jê bi astengiyan re rû bi rû mabûn û hin jê hatibûn binçavkirin. Nêzî 400 ciwan hebûn. Pêlîstok bi wan re bûn."    GOTIN ANCAX DÊ 10 KES KARIBIN BIÇIN    Koştî, da zanîn ku ji bo çûna Kobanê ya ciwanan, hevdîtinek din jî bi Qeymeqamê Pirsûsê re çêkirine û qeymeqam ji wan re gotiye ancax dê karibin destûra 10 kesan bidin.    Koştî, diyar kir ku piştî vê çûye navenda çandê û rewş ragihandiye ciwanan û ciwanan jî qebûl kiriye.    Koştî ji bo êrişê jî got: "Saet li derdora 11 û nîvan bû. Ciwanan got, dê daxuyaniyê bidin. Derketin derve. Li baxçeyê navenda çandê dest bi daxuyaniyê kirin. Hemû kelecanî û rûken bûn. Gava daxuyanî dest pê kir, ez û hevalê li cem min em çûn hundir. Piştî çend saniyeyan her der bûbû alav. Hemû camên li wir şikiyan. Dûmanek reş bilind bû. Gava teqîn çêbû em heyr man û em derketin derve. Dema dûman belav bû, em çav bi cenazeyên wan mirovan ketin."    ‘DIBÛ KU EW QAS MIROVE NEMIRIYANA'    Koştî, destnîşan kir ku hemû kesên pê hesiyan berê xwe dan navenda çandê û wiha rêz kir: "Tu mudaxileyek nedihat kirin. Gel piraniya birîndaran bi wesayîtên xwe birin nexweşxaneyê. Me telefonî nexweşxanê kir, me got çiqas ambulans hebin bişînin, lê ambulans neşandin. Piştî teqînê bi saet û nîvekê ambulansek hat. Me telefonî Midûrê Polîsan û Qeymeqamê Pirsûsê kir, lê telefonên xwe venekirin. Piştî teqînê bi saetekê gelek polîs û TOMA hatin. Gaz reşandin gel. Navbera navenda çandê û nexweşxaneyê 5 deqe bû. Polîsan rê girtin û nehiştin gel bi wesayîtên xwe birîndaran bibin nexweşxaneyê. Nehiştin ambulans jî bên. Ji ber ku bi derengî mudaxile kirin, ew qas kes jiyana xwe ji dest dan. Ji lew re pir xwîn ji wan çû. Ger di serî de mudaxile bikirana û destûr bidana, dibe ku ew qas kes jiyana xwe ji dest nedana."    Li gorî Koştî, piştî teqînê bi zanebûn bi derengî mudaxileyî birîndaran hat kirin.    Koştî got: "Îstixbarata ku dê ev mirov bên çûbû ji wan re. Haya hemûyan jê hebû. Madem haya wan ji hatine van ciwanan hebû, ma mimkun e ku haya wan ji vê êrişê tune bû? Ev jî mijareke divê li ser bê fikirîn. Ez nemirim, gelo bisiûd im an na, nizanim. Lê ji ber ku em sax in, em bêsiûd in."    Koştî, bibîr xist ku têkildarî mirina 33 kesan tenê kes hatiye darizandin.    Koştî, dest nîşan kir ku tenê beşdarî dadgehekê bûye û wiha bi dawî kir: "Malbatên ciwanên jiyana xwe ji dest dan jî, li hêwana danişînê bûn. Tam du saetan ji şandeya dadgehê kesî serê xwe ranekir û li malbatan nenêrîn. Em baş bi wê derûniyê dizanin. Min dît, bi zextên hin kesan darizandinek bêalî nekirin."    MA / Bariş Polat