Cotkarên titûnê: Kêr gihîştiye hestî 2021-07-09 09:54:34   MELETÎ - Cotkarên titûnê nerazîbûn nîşanî “belgeya karbidestiyê” ya danîn pêşiya titûnfiroşan dan û gotin: “Ev yasa tê wê maneyê ku titûnê teslîmî lobiyan bike. Nanê me ji destê me diçe. Kêr gihîştiye hestî.”    Wezareta Çandinî û Daristanê şertê “belgeya karbidestiyê” danî pêşiya bazirganiya titûn û heta ev belge neyê wergirtin û neyê ragihandin wê firotina titûnê qedexe were dîtin. Cotkar û titûnfiroş li dijî vê yasayê bi rojane xwepêşandanan li dar dixin. HDP’ê û CHP’ê ji bo qedexeya titûnê di ber çavan de were derbaskirin, xwest li Meclîsê komîsyona lêkolînê were avakirin. Lê ev daxwaz bi dengên AKP’ê û MHP’ê hatin redkirin. Tê gotin sibê wê ev yasa were Meclîsê û aqûbeta wê yasaya titûnê diyar bibe.    Cotkarên titûnê Mehmet Aydiner û Dogan Îlîş ên li gundê Esentepe ya bi ser navçeya Doganşehîra Meletiyê ve dimînin behsa mexduriyeta xwe kirin.    JI SALA 1977'AN VE    Mehmet Aydiner da zanîn ku ew ji sala 1977’an vir ve bi karê titûnê re eleqedar dibe û heta girtina TEKEL’ê her tim bihayê titûnê kêm dihat diyarkirin û piştî TEKEL hat girtin jî bi sedhezaran însan mexdûr bû. Aydiner anî ziman ku piyasaya titûnê carek din radestî rantê hatiye kirin. Aydiner diyar kir ku xelkê wan hemû bi titûnê debara xwe dike û niha bi hezaran donim erazî titûn hatiye çandin û vê yasayê jî wek “serkeftina lobiyan” nirxand. Aydiner got bi vê yasayê re wê bi hezaran însan mexdûr bibe û xwest yasa paş ve were kişandin.    'KÊR GIHÎŞTIYE HESTÎ’    Aydiner anî ziman ku ji bo kooperatîfek were sazkirin divê 4 milyon lîre hebe û ew dixwazin bi 250 kesî re kooperatîfê av bikin û ev yek jî li ser wan gelek bandorê dike û avakirina kooperatîfê jî gelek biha ye. Aydiner bal kişand ser mexduriyeta cotkarên titûnê û got: “Dixwazin nanê me ji destê me bigirin. Heke nanê me ji destê me bistînin wê bi hezaran însan îsyan bike. Kes ji kêfa îsyan nake. Êdî kêr gihîştiye hestî. Ev yek ji sedî 80’ê xelkê Semsûr û Meletiyê eleqedar dike. Li van her du bajaran bi hezaran însan debara xwe bi titûnê dike. Heke xelekek zindîrê jê bibe wê hemû xelek ji hev bikevin.”    ‘HIKUMETÊ DESTÊ XWE XISTIYE QIRIKA ME’    Dogan Îlîş jî da zanîn ku 30 sal in ew cotkariya titûnê dike û got: “Dewlet dibêje ez ê bacê werbigirim. Jixwe em di avê, ceryan û dermanên titûnê de baca xwe didin. Bi vê yasayê re wê zar û zêçên me mexdûr bibin. Ez ê çi bikim ji vê titûnê min çandiye? Di destê me de tenê titûn maye, dixwazin wê jî rakin. Dest nedin titûna me, jiyana me û nanê me. Em biçin diziyê bikin? Divê hikumet destê xwe ji qirika xelkê berde û rehet bihêle.”    MA / Bariş Polat