Polîsan mudaxileyê endamên KESK’ê kirin 2018-02-05 13:26:37   ENQERE - Polîsan di mesafeyek kêm de bi gaza îsotê û goleyên plastîk mudaxileyê endamên KESK’ê yên ji kar hatin avêtin û xwest heya Komîsyona OHAL’ê bimeşin, kirin. Polîsan 15 karker binçav kirin, paşve kelepçe kirin û bi deqeyan li ser asfaltê dirêjkirî hiştin.   Endamên KESK’ê yên bi KHK’ê ji kar hatin avêtin xwestin heya Komîsyona OHAL’ê bimeşin. Nêzî 15 karkerên li ber Tum Bel-Senê ya girêdayî KESK’ê kom bûn, bi şertê “Bê berdilk bimeşin” destûr hat dayîn.    ASTENGIYA POLÎSAN   Karkerên di demek kin de gehiştin Kolana Kumrularê, komek polîsên hêzên çevîk pêşiya wan girtin û gotin “ferman dane me, destûr nayê dayîn ku hûn bimeşin.” Kedkaran bi gotina “Daxuyanî dayîn, mafê me yê qanûniye” bersiv dan polîsan. Balkêş bû ku polîsan jî gotin “Raste mafê weye, lê walîtiyê ferman deye.”   GOLEYÊN PLASTÎK Û PAŞVE KELEPÇE KIRIN   Polîsan pir bi tûnd êrîşî karkerên xwestin li Kolana Kumrularê pankart vekin û daxuyanî bidin kirin. Polîsan di mesafeyekê 1-1.5 metreyî de bi gaza îsotê ya “Model5” û guleyên plastîkê mudaxileyê kedkaran kirin.  Polîsan kedkar derp û binçav kirin. Polîsên ku kedkar paşve kelepçe kirin bi deqeyan li Kolana 2 a Sumerê li erdê hiştin. Nêzî 15 karkeran hatin binçavkirin û Oktay Înce ya Aktîvîsta-vîdeoyê ku ji Kolana Seyr-î dimenên çalakiyê dikişand jî, hat binçavkirin.     Piştî karker hatin binçavkirin, dirûşmeya “Em karê xwe paşve dixwazin” bers kirin.