Serokê Odeya Çandiniyê Yildiz: Cotkar perîşan bûne 2021-06-24 09:02:02 AGIRÎ - Serokê Odeya Çandiniyê ya Agiriyê Omer Yildiz, anî ziman ku ji ber hişkesaliyê îsal genim û ceh pir kêm e û got: "Cotkar ji ber hişkesaliyê perîşan bûne."  Îsal ji ber hişkesaliyê li gelek deveran berdariya zad pir kêm bûye. Ev yek bandoreke nebaş li cotkaran kiriye. Yek ji van deverên ku hişkesaliyê bandorek mezin lê kiriye jî Agirî ye. Serokê Odeya Çandiniyê ya Agiriyê Omer Yildiz, anî ziman ku li gor lêkolînên wan hişkesaliyê bandoreke mezin li zad kiriye.    COTKAR MEXDÛR IN    Yildiz, diyar kir ku tevî Midûriyeta Çandiniyê ya Bajêr daketine qadê û lêkolîn kirine. Yildiz, da zanîn ku bi taybetî jî hişkesaliyê bandoreke mezin li mêragn kiriye û heywanên her sal ji meha Nîsanê heya meha Mijdarê li mêrg û zozanan diçêriyan, niha ji ber hişkesaliyê nikarin biçêrin. Yildiz, destnîşan kir ku ji ber vê sewalvan heywanên xwe bi xisarê difiroşin û got: "Niha ji ber hişkesaliyê, sewalvan ketine etra êm ku dê zivistan çawa peyda bikin. Her wiha ji ber hişkesaliyê îsal ceh û genim pir kêm bûye. cotkarên me pir mexdûr bûne. PIştî vê saetê baran bibare jî dê bi kêrî ceh û genim neke. Li gor lêkolînên me, cotkarên ceh û genim çandine, ji sedî 50 jê mexdûr bûne."    DIVÊ KREDÎ BÊN TALOQKIRIN    Yildiz ku got "cotkar ji ber hişkesaliyê perîşan bûne" anî ziman ku cotkar niha nikarin heqê gubre, mazot û tovan bidin. Yildiz, da zanîn ku piraniya cotkaran deyndarên Kooperatîfên Kredî Çandiniyê » Bankeya Zîraatê ne û nikarin deynên xwe bidin û heger wisa bidome dê nikaribin bidin. Yildiz, destnîşan kir ku li dijî hişkesaliyê demildest divê pergalên avdaniyê yên baş bên çêkirin û divê dewlet hîn bêtir piştgiriya cotkaran bike.    Yildiz got: "Ji bo cotkar karibin bi rihetî çandiniyê bikin, pêdivî bi pergalên avdaniyê yên baş hene. Li gor lêkolînên me, pêdiviya cotkaran bi vê heye. Mijareke din jî, cotkar dixwazin deynên wan bêfaîz bên taqlokirin. Bankeya Zîraatê deynan bi awayekî bifaîz talqo dike. Ev yek ne dermanê birîna cotkaran e. Her wiha desteka tê kirin jî ne tu destek e." MA / Dîndar Karataş