'Em heqê keda xwe nastînin' 2017-10-04 09:28:07 EDENE – Li Edeneyê Karkerên ku li fabrîkayên paşveguherînê (veguhestin) dixebitin, diyar kirin ew di nav tozê de dixebitin û wiha gotin: “Meaşê ku em digirin ne heqê keda me ye.”  Li Pîşesaziya Metal a Şakîrpaşa ya li Taxa Şakîrpaşa ya Seyhana Edeneyê, jin jî di nav de bi sedan karker di şert û mercên zor û zehmet de di fabrîkayên paşveguherînê de dixebitin.    Me xwest em li van fabrîkayan bi karkeran re hevdîtinê çê bikin, lê belê xwediyên kargehan destûr nedan ku em bi karkeran re hevdîtinê çê bikin. Derket holê ku ji ber karkerên bê sîgorete dixebitin, xwediyên kargehan destûr nedaye ku em bi karkeran re hevdîtinê çê bikin. Hat diyarkirin ku li hin fabrîkayan karker heftê bi 400 lîreyî dixebitin û hin jê jî bi mizeya kêmtirîn dixebitin. Jinên li fabrîkayan dixebitin nexwestin dîmenên wan bên kişandin û karkerên mêr jî ji ber kêmbûna heqdestê gilî û gazincê xwe kirin.    'EM BI MIZEYA KÊMTIRÎN DIXEBITIN’    Karkereke jin ku nexwest navê xwe bêje anî ziman ku karê paşveguherînê pir zehmet e û wiha got: “Em ji sibehê heta êvarî bi mizeya kêmtirîn dixebitin. Em di nav toz û duxanê de ne û em tim malzemeyên paşveguherînê dikişînin. Em êvarî bi awayekî betlandî diçin malê. Meaşê ku em distînin têra me nake. Carinan dema em amûran ji hev vediqetînin an jî dikişînin tiliyên me jê dibin. Karê me pir zor e. Sîgortaya kesên li fîrmayên mezin dixebitin tê razandin. Lê di fîrmayên biçûk de carinan kardêr radizîne carinan jî na.”    'NE KAREKÎ RIHET E’    Fadil Şendur anî ziman ku ew bi mizeya kêmtirîn debara mala xwe dike û ji mecbûrî ew vî karî dike. Şendur, diyar kir ku heke ew vî karî neke ew ê nikaribe nan bibe mala xwe. Şendur wiha got: "Me ji neçarî ji warê xwe koç kir û hatin vir. Em mecbûr in bixebitin, an jê em ê nikaribin tiştekî bibin mala xwe. Dewlet li welatiyên xwe nanêre. Lê li welatiyên welatekî din dinere.” Şendur, da zanîn ku bêtir pvc’yên kevn tên vir û ew wan li vir dişikînin û davêjin makîneyê û wiha domand: “Ez ji sibehê heta êvarî pvc û hesinan ji hev diqetînim. Ev karekî zehmet e. Karekî bitoz e, jehrî ye, kîmyewî ye. Ev kar ne karekî rihet e.”    Karkera bi navê Jiyan Duman jî anî ziman ku ew jî bi mizeya kêmtirîn di nav toz û duxanê de dixebitin û wiha got: “Karê me karekî zehmet e. Meaşê ku em werdigirin ne heqê keda me ye. Em ji sibehê heta êvarî dixebitin.”