Li Rihayê ji sedî 30'yê zad kêm bûye 2021-06-02 09:06:05 RIHA - Li Rihayê ku ji sedî 10'ê genim, ji sedî 15'ê ceh û ji sedî 37'ê nîskên sor ên Tirkiyeyê lê şîn tên, niha ji ber ziwabûnê rêjeya zadê wê ji sedî 30 kêm bûye.  Li Rihayê paleyiya genim, ceh û nîskan dest pê kir. Li bajêr 6 milyon donim erdê tê ajotin, lê îsal ji ber ziwabûnê ji 2 milyon donimî tiştek bi dest neket.     Serokê Odeya Zexîrevanan a Rihayê Ferîdûn Tûran, anî ziman ku berdariya par baş bûye, lê îsal ji ber ziwabûnê berdarî ji sedî 30 kêm bûye û got: "Par van çaxan rojê 2-3 hezar ton ceh dihat borsayê. Lê îsal me hezar ton bi çavê xwe nedîtiye. Her wiha rojê 10 hezar ton genim dihat. Lê îsal tê payîn ku rojê hezar û 500 ton bê. Ji ber vê dê fiyet jî biha bibin. Dê kêmbûna beran bandorê li civakê jî bike. Dê bandorê li bajarên din jî bike."    'HEGER BÊ EM Ê BIFIROŞIN'    Esnafê 35 salan Hasan Çîçek jî anî ziman ku niha dema paleyiya ceh, genim û nîska ye, lê hê jî tu kar nekirine. Çîçek, da zanîn ku par van çaxan nêzî 100 ton zad difirot û got: "Par cotkarek 10 ton zad difirot. Lê îsal kêm bûye, bûye 3 ton. Îsal heya niha min tenê du caran firotiye. Heger di destê cotkaran de hebe em ê bifiroşin, tune be ji xwe tiştekî em bikin tune ye. Li vir 275 dikan hene. Esnafan hemû tesîr jê girt."    'BI DEST ME NAKEVE'    Esnaf Erhan Çakmak jî anî ziman ku malê heyî di destê stokvanan de ye û got: "Mesela, piyaseya nîskan 6 lîre û 50 qurîş e. Lê stokvan bi 8 lîreyan distînin. Mal bi dest me nakeve. Îsal ji ber ziwabûnê paleyî 15 rojan zû dest pê kir. Par van çaxan min nêzî 100 ton zad distend. Lê îsal ancax 20 tin bi dest min ketiye."    Esnafê Bazara Genim a Îmam Keskîn Lutfu Şengul, anî ziman ku îsal ji sedî 60'ê zad kêm bûye li borsayê. Şengul bal kişand ser ziwabûnê jî û got: "Her sal 200 donim 80 ton ceh dida. Lê îsal 6 ton daye. Nîsk zêde hatiye çandin, lê berdarî tune. Par van çaxan ev der ji zad xalî nedibû. Zexîreyê Rihayê têra her derî dikir, lê niha têra wê jî nake."    MA / Bariş Polat