Bazara Îranê li ber girtinê ye 2021-05-31 09:07:23 WAN – Ji ber ku Deriye Sînor ê Kapıkoyê 14 meh in girtî ye sûka Îranê li ber girtinê ye.  Serokê Herêmê yê TURSAB’ê Cevdet Ozgokçe, diyar kir ku wezaret alîkarî nade wan û ji bo qedandina sektora turîzmê di nav hewldanan de ye.  Deriye Sînor ê Kapıkoyê, ji ber vîrûsa koronaye di 24’ê adara 2020’an de hat girtin. Piştî 14 mehan di 17’ê gulanê de derî ji çûn û hatinê re hat vekirin. Sektora ku herî zêde ji pandemiyê bi bandor bû turîzm e. Li Wanê çavkaniya debarê ya herî girîng turîzm e. Lê ji ber ku deriyê sînor ê Îranê 14 meh in girtî ye li bajar turîzm li ber têkçûnê ye. Di encama vê rewşê de qrîza aborî li bajar kûr bûye û acantayên gerûgeştê yên li bajar tên girtin.    ‘DIVÊ REWŞ ASAYÎ BIBE’   Endamê Lijneya Rêveberiya Herêmê ya Yekitiya Acantayên Gerûgeştê ya Tirkiyeyê (TURSAB) Cevdet Ozgokçe, girtina deriyê sînor nirxand. Ozgokçe, diyar kir rexmî ku derî vebûye jî hatine turîstan bipirsgirêk e û wiha got: “Wê Îran bi lîjneyên zanîstê re civînek bike. Di encama vê civînê de dê biryar bê dayîn. Em hêvî dikin ku Îran rojek zûtir derî vebike. Divê di 1’ê hezîranê de rewşa asayî bibe. Bi girtina derî re xizaniya li bajêr kûrtir bû. Ji salekê zêdetir e pere nayê destê me. Tev zerar dikin. Gelek esnafan cihê xwe girtin. Li Wanê di seriya 60 acantayên gerûgeştê hene. Niha tenê 20-22 ji wan dixebitin. Heke jiyan asayî bibe belim vebibin.”   ‘EM BÊXWEDÎ HATIN HIŞTIN’   Ozgokçe, da zanîn ku ji ber girtina deriyê sînor bazara îranê hatiye ber asta girtinê û ev tişt anîn ziman: “Me çima winda kir? Niha ji Tirkiyeyê rojane 15-20 balefir diçin Îranê. Turist diçin bajarên rojavayê Tirkiyeyê. Dema ku em pirsa girtinê dikin, pandemiya li Îranê hincet nîşan didin. Pandemî li tevahiya dinyayê heye. Niha ev sektor li ber têkçûnê ye. Ji ber seferên balefiran ên diçin Erzirom û Trabzonê hene turîstên îranê diçin van bajaran. Ev jî destê me girê dide û para me ya bazarê kêm dike. Rexmî vê rewşê jî me alîkarî negirt. Em div ê pêvajoyê de bêxwedî hatin hiştin. Bi tu awayî alîkariya me nehat kirin.”   ‘WEZÎR XWE DIFIKIRE’   Di berdewamê de Ozgokçe, bi lêv kir ku Wezîrê Çand û Turîzmê ji sektora turîzmê tê û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Wezîr tenê fîrmayên xwe difikire. Heta niha ji bo me tiştek nekiriye. Ji bo qedandina sektorê dixebite. Tenê bi fîrmayên Ersoy li vî welatî kar nikare bê kirin. Heke wiha bidome em ê biçûktir bibin. Divê rojek zûtir dewlet dest bide me.”   MA / Ozlem Yayan