Ji bo kirîna ceh û kayê sewalên xwe difiroşin 2021-05-31 09:07:20 ŞIRNEX - Li Şirnexê, welatiyên ku bi sewalkariyê debara xwe dikin, ji ber bûhabûna ceh û kayê bi zorê sewalkariyê dikin û dibêjin ku ji bo ceh û kayê bikirin neçar in ku hinek pezê xwe bifiroşin. Li Tirkiyeyê çare ji qrîza aborî re nayê dîtin û ji ber hişkesaliyê li bajarên herêmê her ku diçe qrîz kûrtir dibe. Ev jî bandoreke mezin li kesên ku bi sewalkariyê re mijûl dibin dike. Ji ber bihabûna ceh û kayê kesên ku bi sewalkariyê derbara xwe dikin, di xwedîkirinê sewalan de zehmetî dikişînin. Sala borî tona ceh bi hezar û 100 TL’an bû, îsal derketiye 2 hezar û 100 TL’yî. Dîsa tona kayê ya sala borî bi hezar û 300 TL’an bû, îsal derketiye 2 hezar TL’yî.    Kesên sewal xwedî dikin ji bo kirîna ceh û kayê neçar dimînin ku hinek sewalên xwe bifiroşin. Li navçeya Silopiya ya Şirnexê kesên ku sewalkariyê dikin ji vê rewşê bi gazind in û dixwazin ku çarekî ji wan re were dîtin. Sewalkar, dibêjin ku ji bo kirîna ceh û kayê neçar dimînin ku beşek sewalên xwe bifiroşin û bi wan ceh û kayê dikin.   'PEZ NEBE EM Ê BI ÇI DEBARA XWE BIKIN?'   Salîh Gûlçe ku 30 sal in pez xwedî dike, diyar kir ku îsal her tişt biha bûye û wiha got: “Ji ber bihabûna kayê êdî em nikarin sewalkariyê bikin. Em îsal bi hişkesaliyekî re rû bi rû ne. Ji ber nebarîna baranan îsal giya şîn nebû. Giyayê ku bi destê me dikeve jî bihayê wî gelek zêde ye. Min îro tenê 40 torbeyên kayê kirin. Ez di zirarê de me. Ya em ê pezê xwe bifiroşin an jî em ê kayê bikirin. Heger pez nebe, em ê bi çi debara xwe bikin? Herkes li gorî keyfa xwe tevdigere. Divê pêşiya me vekin ku em bikaribin sewalkariyê bikin.”   'DI BERDELA KAYÊ DE EM HEYWANÊN XWE DIFIROŞÎN'    Şîrîn Akin ku bi salan e sewalkariyê dike jî diyar kir ku sewalkarî bi tunebûnê re rû bi rû ye û ev tişt anîn ziman: “Di vê demê de mirov dewlemend nebe nikare sewalkariyê bike. Berê pezê me gelek hebû. Lê di van salên dawî de em nikarin pez xwedî bikin. Ji ber ku her tişt biha bûye. Ma ez ê ka bikirim, genim bikirim, ceh bikirim?  Heke ez îro pezê xwe  bifiroşim nikarim mast û şîr bikirim. Ji ber ku hingî biha bûye. Di berdêla kayê de em sewalên xwe difiroşin. Zozanên me qedexe kirine, li bajêr jî em nikarin pez xwedî bikin. Heger zozanên me qedexe nekiribûna me dikaribû pez xwedî bikira. Heger zozan nebin ka kî dikare li deşta Silopiya pez xwedî bike?”   MA / Zeynep Dûrgût