Kedkarên Tenduristiyê: Tevdîrên heyî ne tevdîrên ji binî de ne 2021-05-07 09:04:48 STENBOL - Kedkarên tenduristiyê anîn ziman ku heger li cihekî fabrîke û wesayîtên çûnhatinê heya ber dev tije bin, mirov nikare behsa tevdîr û qedexeyên ji binî de bike.  Li Tirkiyeyê di çaroveya tevdîrên li dijî şewba Covîd-19'ê de, di 29'ê Nîsanê de biryara "qedexeya ji binî de" hatibû girtin. Qedexeya navbirî dê heya 17'ê Gulanê bidome. Kedkarên tenduristiyê rewşa heyî nirxandin.   NIKARIN BI RÊ VE BIBIN   Hevserokê SES'a Şîşliyê Abûzer Aslan, anî ziman ku pêvajoya şewbê ji roja roj de rast nayê birêvebirin û tevdîrên tên girtin jî kêm in. Aslan, ji bo "qedexeya ji binî de" jî diyar kir ku barê hin welatiyan giran kiriye.    Aslan, destnîşan kir ku heger li cihekî fabrîke û wesayîtên çûnhatinê heya ber dev tije bin, mirov nikare behsa tevdîr û qedexeyên ji binî de bike û got: "Li welat kîjan fabrîke girtiye? Ên dikanên wan girtî, esnafên biçûk in. Tenê hevdîtina karker û kedkaran hat qedexekirin. Ev ne awayê têkoşînê ye."    'DEREWÊN QERASE'    Aslan, diyar kir ku di vê pêvajoyê de pirsgirêkên kedkarên tenduristiyê nayên dîtin û got: "Me gelek caran daxwaz kir ku tenduristkarên nayên tayinkirin bila bixebitin. Lê kesî guh neda daxwaza me. Wezîrê Tenduristiyê guh neda van daxwaza. Koca, xwest bi derewine qerase me bixapîne. Nîşandera pêvekî ya 3600 derew bû. Em ê tim doza vê bikin."    Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Karkerên Şoreşger (Dev-Saglik-Îş) Erdogan Demîr jî anî ziman ku bi milyonan karker dixebitin, lewma mirov nikare ji tevdîrên tên girtin re bibêje "qedexeya ji binî de". Demîr, bilêv ji bo çerx bigere her roj bi sedan karker dimirin.    Demîr, anî ziman ku Covîd-19 nexweşîneke çîna karekran e.    DIVÊ ÇERX BÊ SEKINANDIN    Demîr, destnîşan kir ku heger tevdîr baş neyên girtin dê şewb nesekine û got: "Ji xeynî karên lezgîn û mecbûrî, divê hilberîn û çerx bên sekinandin. Divê alîkariya her kesî bê kirin, di karên lezgîn û mecbûrî de jî divê dema xebatê bê kêmkirin. Bêyî vê ne mimkun e ku pêşî li ber vê şewbê bê girtin."