Li Enqerê mudaxileyî daxuyaniya 1’ê Gulanê kirin 2021-04-29 12:47:19   ENQERE- Hêzên ked û demokrasiyê xwestin derbarê 1’ê Gulanê de daxuyanî bidin, lê rastî mudaxileya polîsan hatin.   Rêxistinên ked û demokrasiyê, bi boneya 1’ê Gulanê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Yekitiya Navneteweyî, xwest li Cadeya Sakaryayê daxuyanî bidin çapemeniyê. Polîsan daxuyanî asteng kirin. Girseyê li ser vê yekê ber bi Navenda Giştî ya KESK’ê ve dest bi meşê kir. Girseya ku gehişt ber avahiya KESK’ê xwest daxuyanî bide, lê polîsan mudaxileyî girseyê kir.    Polîsan di dema mudaxileyê de,  guleyên plastîk û gaza îsotê li girseyê reşadin û dijûnên zayendperest ji rojnamegeran re kirin.    Girseyê piştî mudaxileyê, banga li ber Şaredariya Çankaya kom bibin kirin. Polîsan pêşaiya şaredariyê dorpêç kirin. Rawestandina girseyê dewam dike.