Esnafên Wanê: Piştî şer dê qirîz biteqe 2018-01-30 09:36:06 WAN – Esnafên Hala Sebze ya Wanê diyar kirin ku operasyona li dijî Efrînê aboriyê ser û bin kiriye û gotin: “Ev şer dê bêtir aboriyê nebaş bike. Balafir her roj bi tonan bombeyan diavêjin. Hemû aboriya şer ji berîka gel derdikeve. Dê piştî şer qirîz biteqe.”  Ev demek dirêj bû şerê heyî bandora xwe li ser aboriya Tirkiyeyê dikir. Bi destpêkirina êrîşên li dijî Efrînê re şer bandorek neyînî li ser aboriya Tirkiyeyê dike. Bi hezaran milyon pere ji bo şerê li dijî Efrînê tê xerckirin. Ji ber vê sedemê jî esnafên li bajarên heremê demên herî dijwar derbas dikin. Esnafên Hala Sebzeyan a Wanê, li dijî xerckirina aboriya şer nerazîbûn nîşan dan.   'ŞER BIHAYÊ HILBERÎNAN ZÊDE KIR’    Ji esnafên Halê Îsmaîl Guven bal kişand ser bandora şer a li ser aboriyê û got: “Bihayê porteqalan zêde bû. Bihayê sebze zêde bû. Bihayê narenciyan milyonek e, lê li halê bihayê wan milyonek û 20 qirûş e. Bihabûna bi şer re dest pê kir, raste rast bandorê li ser sotemeniyê dike.”    Guven xwest dawî li şer bê û wiha got: “Yên tên kuştin gelê me ye. Gel mexdûr dibe. Gel nikare tiştekî bikire. Hin rojan em bê siftah diçin malê xwe. Ev rewş hemû ji ber şer e. Ji ber bihabûnê êdî kes sebze û fêkiyan nakire.”    'BILA WERIN LI HALÊ ME BINÊRIN’    Esnaf Abdurrezak Erden jî anî ziman ku tişta ew qezenc dikin didin bac û mazotê û wiha axivî: “Ji ber şer her tişt bihabûye. Gel nikare tiştekî bistîne û bibe malên xwe. Ev şer bandorek giran li ser aboriyê dike. Dê hin bandorek mezintirîn jî li ser aboriyê bike. Sal bi sal em dibêjin xwezî bi par. Di cîhanê de herî zêde li Tirkiyeyê bacê distînin. Heke ku şer tunebûya dê gel dan û sitendinê jî bikira û dê hilberîn jî erzan bibûna. Bila werin li halê Halê binêrin.”    'PIŞTÎ ŞER DÊ QIRÎZ BITEQE’    Gelek esnafên din jî diyar kirin ku ji ber lêpirsînan êdî hatiye wê rewşê ew nikarin biaxivin û gotin: “Heke em biaxivin binçakvkirin û girtina wan ama de ye. Şerê li Efrînê li dijî mirovahiyê ye. Heke ku em bandora şer bêjin dê esnafek li vir nehêlin. Her roj dibêjin ‘şer bandorê li aboriyê nake.’ Bila werin vir rawestin dê bibînin. Her roj bit onan bombeyan diavêjin. Her bombeyak diavêjin pereyê wê ji berîka gel derdixin. Wê hemû aboriya şer ji berîka gel derbixin. Piştî şer dê qirîz biteqe.”    MA / Mujdat Can