Bi dehan karkerên xwestin daxuyanî bidin hatin binçavkirin 2021-04-21 13:58:45 STENBOL - Karkerên ji ber endamên sendîkayê ne ji kar hatin avêtin û li cihên cuda yên Stenbolê di berxwedanê de, xwestin ji bo 1’ê Gulanê daxuyanî bibin, lê rastî êrişa polîsan hatin. Polîsan di mudaxileya karkeran de, bi dehan karker binçav kirin.  Karkerên Şaredariyên Bakirkoy û Bayrampaşa, Sinbo, Etîket SML û Tûr Assist ên ji ber endamên sendîkayê ne ji kar hatin avêtin û li herêmên cuda yên Stenbolê di berxwadanê de ne, ji bo aşkere kirina bernameya 1’ê Gulanê li Qada Cumhuriyetê ya Bakirkoyê li hev kom bûn. Bi dehan karker beşdarî daxuyaniyê bûn. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Stenbolê Mûsa Pîroglû jî piştgirî da karkeran.    Polîsan karkerên xwestin daxuyanî bidin dorpêç kirin û bi hinceta şewbê destûr nedan ku daxuyanî bidin. Karkerên bertek nîşanî vê nêzîkatiya polîsan dan, gotin ku ew ê daxuyaniya xwe bidin. Polîsan li ser vê yekê êrişî karkeran kirin û bi dehan karker bi lêdanê binçav kirin. Karkeran di dema binçavkirinê de, bi Kurdî û Tirkî dirûşmeya “Bijî Yekê Gulanê” berz kirin.    Kesên şahidiya bûyerê kirin û di qadê re derbas bûn, bi gotina “Piştî 2 û 3 mehan hûnê jî bên darizandin” bertek nîşanî polîsan dan.   'HÊRSA GEL MEZIN DIBE’   Parlamenterê HDP’ê Mûsa Pîroglû, binçavkirina karkeran şermezar kir û wiha got: “Desthilatdarî, gel davêje hembêza xizantiyê. Lê ew qaçaxçîtiya mirovan û dizitiya xwe dewam dikin. Ji ber vê naxwazin dengê karker û xizanan bê bihîstin. Naxwazin kes dengê xwe li dijî talan û kedxwariya wan derxînin. Lê bila baş bê zanîn ku ev pergala kedxwariyê wê tune bibe. Bila baş bizanin ku her roja diçe hêrsa gel mezintir dibe. Em ê teqez di 1’ê Gulanê de li qadan bin.”