Pirsgirêka aboriyê cotkarek ber bi întîharê ve bir 2021-04-11 18:16:48 ÎZMÎR - Li Îzmîrê, bavê 3 zarokan Basrî Yildirim (46) ê karê cotkariyê dikir, ji ber pirsgirêkên aboriyê, dawî li jiyana xwe anî.   Bavê 3 zarokan Basrî Yildirim ê 46 salî yê  li Taxa Pamûkyazi ya girêdayî navçeya Torbali ya Îzmîrê dijiya, ji ber pirsgirêk û tengasiyên aboriyê, dawî li jiyana xwe anî. Hat diyarkirin ku Yildirim ê ku karê cotkariyê dikir, ji ber deynên xwe yên zêde rojên zor û zehmet dijiyan. Cenazeyê  Yildirim ê ku nekarî van zoriyana rabike û întîhar kir, rakirin Saziya Tipa Edlî ya Îzmîrê.