Welatî ji pêşerojê bi fikar in 2021-03-24 09:00:52 AGIRÎ - Li bajarê Agîriyê her roja diçe bêkarî û xizantî zêdetir dibe. Welatiyên ji pêşerojê bi fikar in, diyar kirin ku sedema hemû pirsgirêkan AKP ye û gotin: “Divê ev ji ser serê me biçin.” Saziya Îstatîstîkên Tirkiyeyê (TUÎK), îstatîstîkên hêza kar a sala 2020’an, di 22’yê Adarê de aşkere kir. Li gorî danayan, rêjeya bêkariyê 0,5 puan kêm bû û gehişt asta 13.2’yan. Bêkariya ji derveyî çandiniyê jî 0,7 puan kom bû û bi vî awayî gehiştin ji sedî 15,3’yan.   Bêkarên ciwan jî li gorî sala par 0,1 kêm bû û bû ji sedî 25,3’yan. Ji sedî 26,0 rêjeya îstîhdama herî kêm jî, li bajrên herêmê xuya dike. Lê di daxuyaniyên ji aliyê sendîkayên karkeran ve hatin dayîn  de, hat gotin ku danayên TUÎK’ê li dijî rastiyane.    Li bajarê Agîriyê ku TUÎK’ê got, rêjeya bêkariyê lê pir zêdetiye, welatî jî di nêrîna ku TUÎK rastiyan venabejê de ne. Li bajêr, ji ber krîza aboriyê û girtina Deriyê Sinorê Gurbûlak ê diçe Îranê ya ji ber şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19) rojên zor û zehmet derbas dikin. Niştecihên bajêr, diyar kirin ku her roja diçe bêkarî zêdetir dibe û êdî nema dikarin debara xwe bikin.    SEDAMA KRÎZÊ AKP YE   Cîhan Oguz, da xuyakirin ku bi meaşê zarokê xwe yê berasteng debara xwe dike û da zanîn ku danayên hatin aşkerekirin, dûrî rastiyane û rewşa heyî xirabtire. Çelîk, bal kişand ser bêkariya heyî û wiha got: “Ji ber bêkariyê berî demekê min pir serî li ÎŞ-KUR’ê da, lê bi tu awayî daxwaza min nehat qebûlkirin. Sedema vê rewşa heyî desthilatariya AKP’ê y e. Bi denk dayîna AKP’ê, me ew kir taca serê xwe û niha jî em ketine vê rewşê. Divê ev ji ser serê me herin. Her ku diçe mirov perîşantir dibin.”    CIWAN JI PÊŞEROKÊ BI FIKARIN   Xendekarê pola dawî ya lîseyê Ferhat Çakirbayir ê amadekariya ezmûna zanîngehê dike, diyar kir ku ew ji niha da fikara “gelo ez ê karibim kar peydam bikim” dijî. Çakirbayir, anî ziman ku her diçe bêkarî zêdetir dibe û wiha rewşa heyî şirove kir: “Em ji bo pêşeroja xwe kûrekûr diponijin. Ji niha de, ez li ser piştî zanîngehê difikirim. Mîna ciwanekê, niha li şûna ku li ser ezmûna xwe bifikirim, li ser pêşeroja xwe difikirim û ez vê yekê ji xwe re dikim êş û jan. Mirovên ku piştî xwendinê nehatine tayînkirin hene. Ji ber ku rêveberiyek baş û pergalek rast tuneye, em di vê rewşê de ne.”   ‘EM JI BIRÇÎNAN DIMIRIN’   Bavê 6 zarokan Orhan Kaya jî, derbarê bêkariya heyî de ev nirxandin kir: “Kurekê min ket ezmûnan. Ligel ku puana herî bilind jî girt, nekarî kar peyda bike. Zarokên min ên din jî bê karin. Mirov bi torpîlan dikevin kar. Li Tirkiyeyê aborî nemaye. Em ji bîrçînan dimirin. 6 zarokên min hene, hemû bêkarin. Êdî dengê me bibihîsin.”   MEAŞÊ ERDOGAN    Welatiyê 64 salî Mehmet Sîben jî, da zanîn ku pirsgirêka debarê dijî û wiha hirsa xwe anî ziman: “Bêkes û reben, hewceyê nanekê bûne. Gelek deynê min heye. Ez di rewşeke gelek zor û zehmet deme. Meaşê mehane yê Serokkomar Tayyîp Erdogan 88 hezar TL ye. Gelo dê rewşa rebenan çi be? Êdî bese. Min ev rewş ji Serokê AKP’ê yê Bajêr re rave kir. Wî jî ji min re got, ‘Em li vê derê perayan belav nakin.’”    ÇIQAS DIXWIN JÎ TÊR NABIN   Dogan Yarar jî, diyar kir ku siyasetmedar tenê di demên hilbijartinê de, rewşa wan pirs dikin û wiha bertek nîşan da: “Fikar û gumanên me yên pêşerojê hene. Ma pêşeroja di xema kî de ye. Kêsên tên û diçin olê bi kar tînin, berîkên xwe dije dikin û diçin. Yên ku welat bi rêve dibin, çiqas dixwin jî, dîsa têr nabin. Xwedê ji wan re nehêle.”