Xeletiyên 'dewleta şexsê min' weke fatore li gel vedigerin 2021-03-23 11:26:54 STENBOL - Prof. Dr. Mûstafa Altıntaş diyar kir ku di guhertina çavkaniya Serokê Bankaya Navendî de “dewleta şexsê min” heye, tayînkirina nû jî nabe çareserî û bi bîr xist ku fatore ji gel re tê birîn. Piştî ku Serokê Bankaya Navendî Nacî Agbal ji pêywîrê hat girtin û şûna wî Şahap Kavcioglû anîn, ji ber bêbawerî derket holê, piyase ser û bin bûn û lîreya tirkî li ber dolar sedî 10 ket. Piştî ku dolar li ber lîreya tirkî zêde bû, bankayan kirariyên dovîz û zêran ji bo demekî derbasdar sekinandin. Nacî Agbal li şûna serokê beriya niha Mûrat Ûysal ê ji pêywîrê hatibû girtin bibû serokê bankayê. Ûysal jî di 6’ê tîrmeha 2019’an de piştî Mûrat Çetînkaya ji peywîrê hatibû girtin, ji aliyê Serokkomar ve ji cîgirê serokatiya bankê kiribû serok. Ji peywîr girtinên timik û tayînkirinên nû bandorê li çareseriya pirsgirêkan nake û qeyranê kûrtir dike. Prof. Dr. Mûstafa Altintaş, ji peywîr girtinên serokên Bankaya Navendî û bandora zêdebûna dolarê nirxand û diyar kir ku fatoraya tiştên tên jiyîn li gel tê birîn.   BÊBAWERIYÊ PIYASE SERÛBIN KIRIN   Altintaş da zanîn ku bêbaweriya ku “darbeyên” aborî û siyasî bûn sebep, hemû piyase serûbin kirine û wiha got: “Piştî ku serokên beriya niha Mûrat Çetînkaya û Mûrat Ûysal, Agbal ê bi hêviyên mezin anîn ser peywîrê jî ji wezifeyê girtin, serokê nû yê 'ne diyare ku çiqas ser peywîrê bimîne' jî zêde baweriyê nade. Kesên pirsgirêkan di afirînin nikarin bibin perçeyekî çareseriyê. Ji ber vê yekê êdî tu wateya gavên tên avêtin nîne.”   ‘BERPIRSYARTÎ YA ERDOGAN E’   Altintaş destnîşan kir ku esas berpirsyartî ne ya kesên tên peywîrdarkirine, berpirsyartî ya rêveberiya “yek zilamî” ya rayeya anîna peywîrê û ji pêywîrê dûrxistin di destê wî de ye.   WÊ FATORE JI GEL RE BÊ BIRÎN    Altintaş anî ziman ku weke her carê wê fatoreya polîtîkayên xelet ji gel re birîn û wê ev polîtîka bêkariyê zêde bike, jiyanê biha bike û xizantiyê belavbike û kûrtir bike. Altintaş, da zanîn ku encama polîtîkayên xelet bi awayekî herî nexweş welatiyên li kolanan dijîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kes li aboriyeke ku baweriyê nede tu razanan nake. Ji ber wê yekê dema hûn derketin kolanan encama van polîtîkayan hûn dibînin. Ji ber wê yekê her kes ne kêfxweş e û ji pêşerojê bêhêvî ye. Ji her tiştî re her tim zam tê. Bandoreke neyînî li welatiyan çêdike. Ji ber wê yekê fatorayê welatiyên li kolanan didin. Zarokên wan bê kar dimînin. Bifikirin li Semsûrê karkerên paqijiyê tên girtin, hezaran zêdetir xwendekarên zanîngehê dikevin dorê. Bedela vê yekê welatiyên bêkar dimînin didin.”   JI ABORIYÊ RE POLÎTÎKA BÊ BANDORE   Altintaş diyar kir ku bûyerên weke ji paşvekişîna Peymana Stenbolê, vekirina doza girtina HDP’ê û xistina parlementeriya Omer Farûk Gergerlîoglû ên polîtîk qeyranê kûrtir dikin.    ÇARESERÎ DI DEMOKRASIYÊ DE YE   Altintaş destnîşan kir ku divê êdî were fêmkirin ku ji bo çareseriyê li benda “dewleta şexsê min” a pirsgirêkan diafirîne nemînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo çareseriyê divê dewletê veguherînin dewleta hiqûqê ya sosyal ku girêdayî mafê mirovan û demokrasiye. Ji bo vê jî divê muxalefeta nava parlemento û derveyî parlementoyê, sendîka, ode û rêxistinên girseyî yên demokratîk li dor maseyekê kom bibin û destê xwe deynin bin kevir.”   MA / Îdrîs Sayilgan