Serokê Bankaya Navendî ji peywirê hat girtin 2021-03-20 08:08:15 NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Bankaya Navendî Nacî Agbal, bi biryara Serokkomariyê ji peywirê hat girtin. Li şûna Agbal, Prof. Dr. Şahap Kavcioglû hat tayînkirin.    Bi biryarnameya Serokkomariyê ya di Rojnameya Fermî hat weşandin de, Serokê Bankaya Navendî Nacî Agbal ji peywirê hat girtin. Li şûna Nacî Agbal, Prof. Dr. Şahap Kacioglû hat tayînkirin. Di biryarê de hat diyarkirin ku Agbal di çarçoveya 2'yemîn Biryarnameya Serokkomariyê ya jimara 3 û madeya 35'emîn a Biryarnameya Hikmê Qanûna jimara 375'an, ji peywirê hatiye girtin.