TUM BEL-SEN: Qeyûm îxracê pêşniyar kir û wezaretê jî erê kir 2021-03-12 15:20:55   AMED – Sekreterê Giştî yê TUM BEL-SEN’ê Yilmaz Yildirimci, diyar kir ku hevserokên wan bi pêşniyara qeyûm Munîr Karaloglû û bi erêkirina Wezareta Karên Hundir hatine îxrackirin û wê pêkanînên neheq qebûl nekin.    Hevserokên Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Rêveberiyên Herêmî û Hemû Şaredariyan (TUM BEL-SEN) a Amedê Mehmet Candar û Nîhal Yanik ku li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dixebitîn, hatin îxrackirin. Şaxa TUM BEL–SEN’ê ya Amedê têkildarî îxrackirina hevserokên xwe li avahiya xwe daxuyaniyek da çapameniyê. Di civînê de pankarta “Îxrac me têk nabin, em hene û em ê hebin” hat vekirin. Nûnerên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî jî tevlî civînê bûn û piştgirî dan.   ‘ENDAMÊN ME HEDEF TÊN GIRTIN’    Sekreterê Giştî yê TUM BEL-SEN’ê Yilmaz Yildirimci, di civînê de axivî û diyar kir ku ew xespkirina vîna gelê Amedê qebûl nakin û wiha got: “Li hemû şaredariyên ku qeyûm tayînî wan hatine kirin, bi destê rêveberiyan endamên sendikaya me hedef tên girtin. Di vê çarçoveyê de Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê gelek endamên me îxrac kiriye û zextê li endamên me yên dixebitin dike ku ji sendikaya îstifa bikin. Herî dawî qeyûmê Amedê Munîr Karaloglû, îxrackirina hevserokên me Mehmet Candar û Nîhal Yanik pêşniyarî Wezareta Karên Hundir dike û wezaret jî bêyî ku lêkolîn bike pêşniyarê erê dike. Divê mafê hemû hevalên me li wan bê vegerandin û careke din vegerin kar.”   Piştî daxuyaniyê ji bo 3 deqeyan çalakiya rûniştinê hat kirin.