Li Behra Reş cotkar dest ji çandiniyê berdidin 2021-03-07 09:02:55   ORDÛ – Serokê Tum Koy-Sen a Şaxa Ordûyê Zekaî Sagra, anî ziman ku cotkar ketibûn etra mesrefan, lê belê bi ser ziwabûn jî li pirsgirêkên wan zêde bûne û ji ber vê cotkar dest ji çandiniyê berdidin.    Li herêma Behra Reş, cotkar ji ber krîza aborî û mesrefên zêde nikarin krediya ku kişandine bidin. Bi ser de jî ziwabûn xwe li wan girtiye. Ji ber vê cotkar êdî xweşikî nikarin çandiniyê bikin.    Serokê Tum Koy-Sen a Şaxa Ordûyê Zekaî Sagra, pirsgirêkên ku cotkarên herêmê bi wan re rû bi rû dimînin nirxandin û ji bo çareseriyê hin pêşniyarî kirin.    TALÛKE    Sagra, destnîşan kir ku pirsgirêkeke mezin a cotkaran jî ziwabûn e, ji lewra ji ber guherînên di warê avhewayê de herêm bi xetereya ziwabûnê re rû bi rû ye. Sagra got: "Êdî li herêma me ji nişkave baran dibare û lehî radibin. Nexasim jî îsal hema bibêje me zivistan nedît. Berf nebariya. Heger erd têr avê venexwe, hilberîn jî qels dibe."    Sagra, anî ziman ku ji ber ku şîrketên mezin di warê çandiniyê de bûne monopol, ev yek bandorek nebaş li cotkaran dike. Sagra, destnîşan kir ku derdê van şîrketan tenê qezenceke zêde ye. Sagra got: "Hilberîna zexîre, ketiye destê sermayedarên biyanî. Hilberîn, wekî navê xwe tiştekî girîng e. Bêyî hilberînê aram, ne pêkan e. Şîrketên global ên ku hay ji vê hene, li Tirkiyeyê erd îcare kirine. Mînak, baxçeyên findiqan, ketine destên wan. Sedema bihabûna zexîre, ev e ku ektiye destê şîrketên global."    COTKAR DEST JI ÇANDINIYÊ BERDIDE    Sagra, destnîşan kir ku ji ber ku her diçe mesref zêde dibin, cotkar zehmetiyê dikişînin. Sagra, bilêv kir ku ji ber vê cotkar dev ji çandiniyê berdidin û wî bi xwe jî 9 sal in dev ji fasûleyên şîn berdaye. Sagra got: "9 sal berê min kîloya tovê fasûleyan bi 10 lîreyan dikirî, lê piştî wextekê bû 125 lîre. Mixabin em mehkûmî tovên genetîka wan hatiye guherandin û pêgirtîbûna derve kirine. Ji ber vê min dest jê berda. Li herêmê bi sedan cotkar dest ji çandiniyê berdaye."    ALÎKARÎ JI BO COTKARAN    Sagra, destnîşan kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên cotkaran pêşî divê mazot bê erzankirin û her wiha divê cotkar xwe baş birêxistin bikin. Sagra, anî ziman ku ev ji bo mişteriyan jî wisa ku ji bo karibin berên erzan bikirin. Sagra got: "Ê bi saya yekîtî û kooperatîfan mişterî berên erzan bikirin. Divê tiştên ji derve tên kirîn hindik bin. Heger çandiniyeke baş bê kirin, em ê di warê çandiniyê de bibin welatekî xwedîîdiayeke mezin. Divê gelek dever ji bo çandiniyê bên amadekirin û piştgiriya cotkaran bên kirin."    MA / Tolga Guney