Ji bo vegerin karê xwe di nobetê de ne 2021-03-06 11:02:49   DÎLOK - Li 4’emîn Herema Pîşesazî ya Organîzeyê ya Dîlokê çalakiya karkerên ji 2 fabrîqeyan hatibûn derxistin û dan destpêkirin didome.   Li 4’emîn Herema Pîşesazî ya Organîzeyê ya Dîlokê çalakiya karkerên ku bi hinceta Kod 29’ê ji 2 fabrîqeyan hatibûn derxistin û dan destpêkirin didome. 16 karkerên dema li Fabrîqeya Mehfûran a Yasîn Kaplan a li pîşesaziyê de dixebitîn bi hinceta kod 29’ê ji kar hatibûn derxistin. Çalakiya rûniştinê ya karkeran ji bo vegerin ser karê xwe li pêş fabrîqeyê dane destpêkirin di roja 22’yan de berdewam dike.    Dîsa çalakiya 4 karkerên ku li heman pîşesaziyê û bi heman hincetê ji kar hatin derxistin a li pêş Tesîsa Ta ya Polyester a Guven Boyaxê dane destpêkirin jî di roja 9’an de didome.