Xurdefiroşên li sîteya pîşesaziyê 15 sal in li benda çareseriyê ne 2021-03-05 09:00:47 WAN - Esnafên Sîteya Pîşesaziya Biçûk a Hesinkar û Xurdefiroşan a Wanê, diyar kirin ku ji ber xurdefiroşên li navenda bajêr karê wan sekiniye û mexdûr bûne û ger ev mesele neyê çareserkirin dê ew jî bar biki n navenda bajêr.   Esnafên Sîteya Pîşesaziya Biçûk a Hesinkar û Xurdefiroşan a Wanê, diyar kirin ku ji ber xurdefiroşên li navenda bajêr karê wan sekiniye. Esnafan, bilêv kir ku ji bo hemû xurdefiroş bên sîteya pîşesaziyê, 15 sal in hewl didin, lê belê ji ber guhnedêriya şaredariyê bi ser nakevin. Esnafan, destnîşan kir ku heger ev meseleya wan neyê çareserkirin dê bar bikin navenda bajêr.    SOZÊN XWE BI CÎ NEANÎN    Yûsûf Kanat ku ji sala 1997'an ve xurdefiroşiyê dike, destnîşan kir ku rêvebiriya AKP'î ya şaredariyê ya hingê soz daye ku dê xurdefiroşan hemûyan li sîteya pîşesaziyê kom bike, lê belê tu gav nehatine avêtin û sozên xwe bi cî neanîne. Kanat, bilêv kir ku ji ber vê, mexdûr bûne û got: "Soz dabûn ku dê me mexdûr nekin. Lê kesî jî soza xwe bi cî neanî. Du salên ewil karê me baş bû. Paşê xirab bû. Her ku rêvebiriyên şaredariyê guherîn, ev der bêxwedî ma. Ji ber vê her kesî li nav taxan dikan çêkirin. Ev yek, em mexdûr kirine."    Kanat ku got "Madem ê her kes li deverên li gor dilê xwe dikanan veke, nexwe çima em li vi rin" got: "Em her roj ji bêgavî 10 kîlometre rê diçin, tên sîteya xurdefiroşan. Mişterî jî nayên vir, diçin cem ên navbajêr."    'EM BI HEV RE QEZENC BIKIN'    Kanat, diyar kir ku her diçe karê wan xirabtir dibe û heger wisa dewam bike ew ê jî bar bikin nava bajêr. Kanat got: "Em 4-5 kes dişixulin. Mesref pir e. Jixwe di dema pandemiyê de kes nayê vira. Em ji bêrîka xwe heqê sîgorteyê û xebatkaran didin. Em dixwazin, xurdefiroşên nava bajêr jî bên vira. Bila werin em bi hev re bişixulin û bi hev re qezenc bikin. Her diçe deynên me zêde dibin. em nikarin krediyên xwe bidin."    LI DERÎ BAJÊR TÊN FIROTIN    Xurdefiroş Veysî Kanat jî destnîşan kir ku di dema pandemiyê de alîkariya tê kirin kêm e û ji ber vê ji bêgavî kredî kişandine. Kanat, anî zman ku di 3 mehan de tenê 6 ton xurde berhev kiriye û got: "wexta kar tune be, em zehmtiyê dikişînin. Roj heye em serfetihê jî nakin û dikanê digirin. Alîkarî nehat kirin û me ji mecbûrî kredî kişand. Gava em krediyê nedin dê îcra bê ser me. Xurdeyên nava bajêr nayên vira. Gelek fîrma xurdeyên xwe difiroşin fîrmayên derî bajêr."    Kanat, bilêv kir ku ji ber vê gelek caran serî li şaredarî û walîtiyê dane, lê belê tiştek nehatiye kirin. Kanat got: "Niha li nav bajêr zêdetirî 100'î xurdefiroşên seyar hene. Ê mexdûr dibe em in."    GUHNEDÊRIYA ŞAREDARIYÊ    Serokê Desteya Rêvebir a Sîteya Pîşesaziya Biçûk a Hesinkar û Xurdefiroşan a Wanê Omer dogan jî, anî ziman ku 15 sal i ev mesele nehatiye çareserkirin û di dema pandemiyê de rewşa wan pir xirab bûye. Dogan got: "Nexasim jî ji ber guhnedêriya şaredariyê em ketine vî halî. Hema bibêje çar hawirodê bajêr bûye sîteya pîşesaziyê. Divê rojek berî rojekê ev bên pîşsaziyê. Li her derê bajêr xurdefiroş, hesinkar û xerat hene. Ji ber vê esnafên li vir kar nakin. Me gelekî li ber xwe da, lê  şaredarî karê xwe nake."    MA / Bariş Donmez