‘Bace bi giştî ketiye rewşeke nîqaşê’ 2021-02-26 14:07:28   ENQERE/ÎZMÎR/ ANTALYA- Serokê Şaxa Hejmara 1’emîn a BES’a Enqerê Ercan Erdogan, diyar kir ku bace bi giştî ketiye rewşeke nîqaşê û got: “Bacayên tên komkirin, ne ji bo gel,  ji bo şer, sermaye, rant, polîtîkayên ewlekariyê, fors û luksê tên bikaranîn.”   Şaxên Sendîkaya Kedkarên Buro (BES) ên Enqerê, bi boneya “Hefteya Bacê” ya 32’emîn, li avahiya Şaxa Hejmara 1 a BES’ê civîna çapemeniyê li dar xist. Serokê Şaxa Hejmara 1 a BES’a Enqerê Ercan Erdogan di civînê de axivî û daxwaza “Di bacayê de, Edaleta Mûçeyê” kir.    Erdogan, diyar kir ku bacayên tên komkirin, ne ji bo gel,  ji bo şer, sermaye, rant, polîtîkayên ewlekariyê, fors û luksê tên bikaranîn. Erdogan, da zanînm ku bacayên ji welatiyan tên girtin, ji bo welatiyan nayê bi kar anîn û wiha got: “Êdî hemû saziyên cemawerî bûne bi pere. Ji ber vê jî bace bi giştî ketiye rewşeke nîqaşê de.” Erdogan di dawiyê de, daxwazên xwe yên ji aliyê Navenda Giştî ya sendîkayê vê hatibûn diyarkirin rêz kirin.    ANTALYA   Şaxa Sendîkaya Kedkarên Buro (BES) ya Antalyayê jî, di heman çarçoveyê de daxuyanî da û daxwaza mûçe û baceyek bi edalet kir. Nûnerên sendîkayên girêdayî KESK’ê jî piştgirî dan daxuyaniyê.    Serokê Şaxa BES’ê ya Antalyayê Devrîm Mol, di daxuyaniyê de axivî û behsa bêedaletî û neheqiya di bacayê de kir.    ÎZMÎR   Şaxa BES’ê ya Îzmîrê jî, bi heman armancê civîna çapemeniyê li dar xist û bal kişand ser pergala bacayê ya li Tirkiyeyê. Di daxuyaniya li avahiya şaxê ya li navçeya Konakê hat lidarxistin de, Serokê Şaxa BES’ê Mûstafa Guven axivî û xwest baca bi awayekê wekhev bê bikaranîn.