Stenbolî: Erdogan Tirkiyeyê perîşan kiriye 2021-02-16 09:03:47 STENBOL – Esnaf û welatiyên Stenbolê diyar kirin ku sedema krîzê rêvebiriya welat e û gotin: "Erdogan, Tirkiyeyê perîşan kiriye."  Esnaf û welatiyên Stenbolê ji ber krîza aborî êdî nikarin lazmatiyên xwe peyda bikin. Esnaf û welatiyan destnîşan kir ku, sedema krîzê "neçareserkirina pirsgirêka kurd" û rêvebiriya welat e. Her wiha gotin, tu hêviya wan ji îqtidarê nemaye.    ‘EM PERÎŞAN BÛNE'    Bedriye Deger a 51 salî ku fikarên xwe yên ji bo pêşerojê anşn ziman, anî ziman ku 2 kurên wê yên di restoranê de dixebitîn ji ber qedexeyên pandemiyê betal mane û niha tenê bi meaşê keça wê ya ku di marketê de dixebite debara xwe dikin. Deger got: "Her roj her tişt biha dibe. Mirov êdî nikarin heqê kirêya xwe bidin. Em perîşan bûne. Li Mêrdînê gundê me şewitandin. Em sirgûn bûn hatin van deran. Niha em ne dikarin vegerin û ne jî dikarin xaniyê xwe çêbikin. Em li vê der jî nikarin debara xwe bikin."    ‘ERDOGAN WELÊT PERÎŞAN KIRIYE'    Hayrettîn Batî jî ku aşxaneya wî heye, destnîşan kir ku sedema sereke ya krîzê neçareserkirina pirsgirêka kurd e û ji roja ku Erdogan bûye îqtidara heya niha krîz mezin bûye. Batî got: "Ev kes, Tirkiyeyê perîşan kiriye."   Batî, kurdên ku raya xwe didin Erdogan jî rexne kir û got: "Tirkiyeyê gişî bidin min jî, ez raya xwe nadim Erdogan."    NIKARIN HEQÊ KIRÊYA XWE BIDIN    Esnaf Muslum Uzer jî, anî ziman ku di dema pandemiyê de hikûmetê tenê hezar TL daye wî û 3 meh in nikare heqê kirêya xwe bide. Uzer got: "Em li malê du kes dixebitin. Em bi zorê debara xwe dikin. Ji sibehê heya êvarî tûp vekiriye. 50 lîreyê bi dest min dikeve têra mesrefên min nake. Her wiha 3 kirêyên me yên xanî jî ketibûn ser hev. Sirf ji bo xwediyê xênî neyê ber derî, min deyn kir û da. Em tim deyndar in. Em dibêjin ha îro ha sibê, na bawer nakim baş bibe."    Welatiya bi navê Nadîde jî bal kişand ser krîzê û got: "Her ku fiyet biha dibin gramaj jî kêm dibin. Ez aniha ji marketê hatim. Ev kaxeza tuwaletê 3 meh berê bi 11 TL'yan bû, niha bûye 17.5 TL. Me qeşar bi 17 TL'yan dikirî, niha bûye 25 TL. Mast bi 7 TL'yan bû, niha bûye 16 TL. Heyf e, gune ye."    GEL BIRÇÎ YE, LÊ AQILÊ WAN LI SER KAR Û BARÊN QIRÊJ E    Esnaf Tûran Kir jî destnîşan kir ku heger krîz bi vî awayî dewam bike, wê ji sedî 90'ê esnafan îflas bikin û got: "Pere bi kesî re nemaye. Mirov êdî nikarin fêkî û zebze bi kîloyan bikirin. Lê bine ji kengî ve em li vê derê ne, lê çend kes hatiye? Pergal, 20 sal in ji bo betonkirinê dixebite. Fuzeyan davêjin. DIxwazin welatên cîran xera bikin. Ji xeynî van kar û barên qirêj bi tiştekî re eleqedar nabin. Akademîsyen û xwendevanên vî welatî girtîne. Kesekî ji kar fêm bike tune ye. Ji ber vê krîz kûr dibe."    MA / Îdrîs Sayilgan – Berfîn Karaman