KESK’iyên gihan Enqerê: Sîrgûnan rawestînin 2021-02-04 14:37:03   ENQERE - KESK’iyên ku li dijî sîrgûn û ji kar avêtinan, ji çar aliyan ve dest bi meşê kirin, çalakiya xwe li ber Gara Enqerê bi dawî kirin. Kedkaran, dan zanîn ku ew ê bêdeng nebin, netirsin û îtaet nekin û xwestin daxwazên wan bên qebûlkirin.    Sendîkaya Xebatkarên Veguhestina Yekbûyî (BTS) û Sendîkaya Kedkarên Çapemenî, Weşan, Ragihandin û Postayê (HABER-SEN) yên girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) bi daxwaza “Bila sirgûn bi dawî bibin û yên hatine sirgûnkirin vegerin cihê xwe yê berê” di 2’yê mehê de ji çar aliyan ve dest bi meşê kiribûn, gehiştin Enqerê. Kedkarên gehiştin Gara Enqerê, ji aliyê Hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk û Aysûn Gezen, rêveberên sendekayan, nunerên rêxistinên girseyî yên demokratîk û parazvanên mafên mirovan ve hatin pêşwazîkirin. Li qadê pankartên “Ji sirgûnan re na”, “Li dijî sirgûnan meş” û “Sirgûn sûcê mirovahiyê ye” hatin vekirin û daxuyanî hat dayîn.    TÊKOŞÎNA WAN DÊ DEWAM BIKE   Serokê Giştî yê BTS’ê Mûrat Oral, li ser navê sendîkayan di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Em ê daxwazên xwe ji rayedaran re ragihînin û li dijî bêmafiyan bêdeng nemînin. Hewldanên me yên ji bo pandemiyê, rêveber aciz kirin. Parvekirinên me yên li ser medya civakî ji bo xwe weke gef dîtin. Ji ber vê yekê lêpirsîn vekirin, ceza birîn û dest bi sirgûnan kirin. Desthilatdariya AKP’ê, kesên ku nekarî serê wan bitewîne, hewl da bi KHK’an wan bêdeng bike. Ji ber vê yekê her tim êrîşî wan kir. Ji vê derê cardin dibêjin wê biryarên bêmaf û bêhiqûq tu carî me têk nebin. Em ê ligel van hemû êri'şan jî, têkoşîna xwe dewam bikin. Em ê tu carî paşve gav ne avêjin.”   ‘EMÊ PAŞVE GAV NE AVÊJIN’   Hevseroka KESK’ê Aysûn Gezen dûre axivî û bal kişand ser sirgûn û îxracên zêde bûne. Gezen, diyar kir ku hîna îro bi hêza dewletê gef li wan xwarin û wiha got: “Dixwazin hêza dewletê nîşanî kedkaran bikin. Li şûna ku hêza dewletê nîşanî mirovan bikin, bila şert û mercên jiyana mirovan xweş bikin. Bila dewlet dest ji nîşandana hêza xwe berde. Êdî her kes dixwaze di nava ewlekariyê de, li pêşeroja xwe mezin bike. Em kedkarên ku tucarî serî natewînin. Emê tu carî paşve gav ne avêjin. An bi hev re em ê bi ser bikevin, an jî em ê bi hevre tune bibin.”   Piştî daxuyaniyê dirûşmeyên “Em ê bi hevre qezenc bikin”, “Emê bêdeng nebin, netirsin û îtaet nekin” û “Em kedkarin, ne kolene” hatin berz kirin û dûre çalakî bi dawî bû.