Karkerên Înşaeta Kayiyê navbera dan çalakiya xwe 2021-02-03 16:59:12   STENBOL – Karkerên Înşaeta Kayiyê ku ji bo girtina mûçeyê xwe çalaki dabûn destpêkirin, navbera dan çalakiya xwe û gotin ku dê heta xeleka dawîn ji bo mafên xwe li ber xwe bidin.   Karkerên Înşaeta Kayiyê yên girêdayî Sendîkaya Kedkarên Înşaetê (Înşaat-Sen) ku li Stenbolê li ber ofîsa karsaz Çoşkûn Yilmaz ê wan daye xebitandin û mûçe nedeya wan çalakî li dar dixin, navber dan çalakiya xwe. Koordînasyona karkeran, têkildarî mijarê daxuyaniyek da û diyar kir ku li ser hevdîtinên ku bi gelek aliyan re kirine sozê çareserkirina pirsgirêka girtina mûçeyê xwe girtin û ji ber vê yekê biryara navberdayîna çalakiyê xwe dane. Her wiha koordînasyonê, destnîşan kir ku heta xeleka dawîn jî dê ji bo mafê xwe têbikoşin û li ber xwe bidin.