Çalakiyên karkeran ên li çar hawidorê Tirkiyeyê belav bûne 2021-02-03 09:01:05 STENBOL - Berxwedana karkerên ji ber ku li ber şert û mercên giran ên kar rabûne an jî ji ber ku endamên sendîkayê ne ji kar hatine derxistin, li çar hawirdorê Tirkiyeyê belav bûye.  Li Tirkiyeyê krîza aborî, piştî pandemiyê hîn bêtir beloq bû. Barê vê jî li karkeran hat barkirin. Bi taybetî jî piştî şewba Covîd-19'ê li Tirkiyeyê belav bû şert û mercên karkeran giran bûn. Karkerên ku li ber van şert û mercan rabûn an jî ji ber ku endamên sendîkayê bûn, gelek jê di bin navê destûra bêheq de ji kar hatin derxistin û mafên wan hatin binpêkirin. Karker jî ji bo vegerin ser karên xwe û mafên xwe bi dest bixin li ber xwe didin û çalakiyan li dar dixin.   ÊN BI ROJ Û MEHAN LI BER XWE DIDIN   Hin çalakî û berxwedanên karkerên ku ji bo mafên xwe bi dest bixin, bi rojan û mehane têdikoşin ev in:   * Di 17'ê Nîsana 2018'an de li Bûrsa-Orhangaziyê 14 karkerên fabrîkeya çandiniyê Cargîllê ji ber ku endamên sendîkaya Tek Gida-Îş'ê bûn ji kar hatibûn derxistin. Çendî ku serî li dadgehê dan û bi ser ketin jî, lê belê fabrîkeyê ew negirtin ji ber vê li ber fabrîkeyê kon vedan. Karker ji bo vegerin ser karê xwe hezar û 22 roj in li ber xwe didin.   * Karkerên Uzel Makîneyê jî 8 sal in doza heqê xwe dikin. Piştî ku fabrîkeyê di sala 2013'an de îflaskirina xwe raginadibû nêzî 2 hezar û 200 karker betal mabûn û meaşê wan ê 5 mehan û tazmînata wan nehatibû dayîn. Karker jî ji bo mafên xwe bi dest bixin çalakiyan li dar dixin. Herî dawî di Îlona 2020'an de cardin biryara berxwedanê girtin û li ber fabrîkeyê konê berxwedanê vedan. Berxwedana karkeran 151 roj e didome.    * BÎMEKS'ê jî di sala 2018'an de bi hinceta "krîza aborî" maxazayên xwe yeko yeko girtin. Piştî maxaze hatin girtin nêzî hezar û 500 karker betal man û meaş û tazmînata xwe negirtin. Karker heya niha li 11 bajaran daxuyanî dane û çalakiyên cur bi cur li dar xistine. Çalakiya bi dehan karkerên tazmînata wan û meaşê wan nehatiye dayîn didome.    * Şîrketa Atlas Globalê ku xwediyê wê Alî Mûrat Ersoy e (birayê Wezîrê Çand û Turîzmê Mehmet Nûrî Ersoy), di sala 2019'an de daxuyandibû ku îflas kiriye. Piştî vê nêzî 2 hezar karker betal man. Karkerên betal man ne meaşên xwe, ne jî tazmînata xwe girtin. Karker ji bo heqê xwe bistînin Platforma Edaletê ya AtlasZedeyan (AZAP) ava kirin û di Hezîrana 2020'an de dest bi çalakiyê kirin. Çalakiya xwe pêşî li Bakirkoyê li ber navenda berê ya Atlas Globalê, dû re jî li ber şîrketa turîzmê ETS Tûr a Mehmet Nûrî Ersoy li dar xistin. Lê ji ber ku di roja 6'an a çalakiyê de polîsan mudaxileyî wan kir, karker mecbûr man konên xwe rakin. Lê tê gotin dê çend roj bi şûn de cardin biryara lidarxistina çalakiyê bigirin.   *Li navçeya Çayirovayê Mîgrosê destûra bê heq da 70 karkerên depoyê û dû re li şûna wan hin karkerên din girt. Karkerên destûra bêheq ji bo wan hatiye dayîn ji bo vegerin ser karên xwe ji 5'ê Çileya 2021'ê ve li ber depoyê têdikoşin.    * Karkerên fabrîkeya Baldûr Suspansiyonê jî 3 karkerên endamê Sendîkaya Bîrleşîk Metalê ji kar derxistin. Karker jî ji bo vegerin ser karên xwe ji 5'ê Mijdara 2020'an ve têdikoşin. Paşê hin karkerên din jî dest bi grevê kirin. Greva karkeran di roja 41'ê de ye.    * Karkerên di bin banê PTT'ê de dişixulin jî gelek jê bi koda 29'an de ji kar hatin derxistin. Karkerên ji kar hatin derxistin tazmînata xwe jî wernegirtin. Ji ber vê karkeran li ber Midûriyeta Navendî ya PTT'ê ya li Stenbol û Îzmîrê dest bi berxwedanê kirin û di roja 40'emîn a berxwedanê de ber bi Enqereyê ve meşiyan û dê çalakiya xwe li ber Midûriyeta Giştî ya PTT'ê ya Enqereyê bidomînin.    * Karkerên Kaya Înşeatê jî meaşê salekê yê 250 karkeran nedaye. Karkerên ku di sala 2019'an de li Cezayirê xebitîbûn, lê belê ji ber ku meaşê wan nehatibû dayîn dev ji kar berdabûn. Karkeran 17 roj berê li ber ofîsa kardêr a li Stenbolê dest bi berxwedanê kirin.    Karkerên Samsûn-ÇorûmNakliyat Ambari jî ku endamên Sendîkaya Nakliyat Îş'ê ne, ji ber ku daxilî nav hevdîtinên peymana giştî nehatine kirin, di 17'ê Çileya 2020'an de dest bi grevê kirin. Berxwedana karkeran salek e didome.    * Li Çorûmê jî karkerên Fabrîkeya Ekmekçîoglû ji ber ku endamên Sendîkaya Bîrleşîk Metalî-Îş'ê bûn bi koda 29 ji kar hatin derxistin. 90 karker ji 7'ê Tebaxa 2020'an ve li ber fabrîkeyê têdikoşin.    * Karkerên li şaxên TUV-TURK'ê dixeitin jî ji ber ku endamên sendîkaya Nakliyat-Îş'ê bûn ji kar hatin derxistin. Li Riha karkerên ji kar hatine derxistin 809 roj in, li Mûglayê karkerên ji kar hatine derxistin 907 roj in û li Kastamonûyê jî karkerên ji kar hatine derxistin 431 roj in ji bo vegerin ser karê xwe li ber xwe didin.    * Li Mûglayê ji ber ku karkerên Çinartaşê bûn endamê Sendîkaya Nakliyat-Îş'ê ji kar hatibûn derxistin. Karker 262 roj in li ber fabrîkeyê ji bo vegerin ser karê xwe li ber xwe didin.    * Li Îzmîrê 5 karkerên NAK Kargoyê di bin navêd estûra bêheq de ji kar hatin derxistin. Karker ji bo vegerin ser karên xwe 13 roj in bi çalakiya rûniştinê li ber xwe didin.    * Li Kayseriyê piştî ku 12 Rêzemarketên Realê bi îflaskirineke bihîle hatin girtin, hezar û 720 karker betal baûn. Karker ji bo ku mafên xwe bistînin ji 2'yê Tebaxa 2017'an ve li ber xwe didin.    * Fabrîkeya Sîmboyê jî karker Dîlbent Turkerê bi koda 29'an ji kar derxistibû. Turker ji bo veger ser karê xwe li ber fabrîkeyê li ber xwe têdikoşe. Çalakiya Turkerê di roja 10'an de ye.    MA / Kadîr Guney