Karker ji bo mafê xwe 15 roj in li ber xwe didin 2021-02-01 13:56:38   STENBOL - Karkerên Înşaetê yên Kayi ji bo mafê xwe yên tazmînatê bistînin 15 rojin li ber xwe didin. Karkeran diyar kirin ku heta mafê xwe bistînin dê têkoşîna xwe berdewam bikin.    Koordînasyona Karkerên Îşaetê ya Kayi ku giredayî Sendîkaya Kedkarên Înşaetê (İnşaat-Sen) ye, bi armanca tazmînat û meşaên xwe yên 2 salan bistînin 15 rojin li ber xwe didin û doza mafê xwe dikin. Karkerên înşaetê li pêş Sefaretxaneya Cezayir a li Şîşliyê kom bûn û daxuyanî dan Karkeran di çalakiyê de pankarta "Hikumeta Cezayirê û Înşaeta Kayi dest dan hev û mafê me karkeran qezp kirin" vekirin. Karkeran dîsa dowîzên "Deynê Înaeta Kayi bidin. Ewil deynê karkeran bide" û "Deynê karkerên Kayi, deynê me hemûyan e." rakirin. Karkeran di çalakiyê de bê navber dirûşmên "Karker li vir in, Coşkun Yilmaz  li ku ye? û "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" berz kirin.    Ewil Berdevka Înşaat-Senê Nurselî Gozuaçık, anî ziman ku keda Karkerên Înşaeta Kayi dixwin û heqê wan natin wan. Gozuaçik, xwest Karsaz Coşkun Yilmaz bi lez mafê karkeran bide wan."    Karkerê înşatê Alî Barî Oksuz jî anî ziman ku wan pirsgirêk bi raya giştî re parve kiriye û wiha got: "Heta em mafê xwe bi dest bixin emê têkoşîna xwe berdewan bikin.    Karker Abdulsamet Kete jî xwest bilez mafê karkeran bidin wan û wiha got: "Eger karsaz Coşkun Yilmaz mafê karkeran nede wan sûc dike. Cezayê sucdar teqez e. Divê heqê karkeran bidin wan. Karker heta mafê xwe bistînin dê têkoşîna xwe berdewam bikin."