Di dema AKP'ê de 27 hezar karker mirin 2021-01-27 13:39:33     STENBOL - Serokê Giştî yê Sendîkaya Lîmter-Îş'ê Kanber Saygili, têkildarî cînayetên kar ên li Tuzlayê daxuyanî da û got: "Di 5 salên dawî de 10 hezar û 62 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan.  Di serdema îqtidara AKP'ê de nêzî 27 hezar karker di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane."    Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran a Stenbolê (ÎSÎG), bi dirûşmeya "Em ê cînayetên karkeran ên li Tersaneyan rawestdînin, Sendîkaya Limter-Îşê ne tenê ne." li Pira Tuzla Îçmeler daxuyanî dan çapemeniyê. Endam û rêveberên Sendîkaya Karkeran a Limter-Îş'ê û Serokê Giştî yê Limter-Îş'ê Kanber Saygili, Endamê Meclisa ÎSÎG'ê Murat Çakir, endamê Sendîkaya Karkeran a Tum Otomotiv û Metalan (TOMÎS) Dilbent Turker, Endamê DGD-Sen'ê Erhan Aydin û Sekreterê Giştî yê Deriteksê Ayhan Yanilmaz tev li daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de kesên di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dabûn bibîr anîn. Dîsa rapora cînayetên kar ên salane parve kirin.    Kanber Saygili anî ziman ku karker di şertên bê ewle û şertên giran de kar dikin û wiha got: "Karker saetên pir zêde kar dikin. Karê 2 kes bikin, karkerek tenê dike. Xwarina xerab didin karkeran û neheqiyê li karkeran dikin.  Niha kêr gihiştiye hestî.    2 HEZAR U 427 KARKERAN JIYANA XWE JI DEST DAN   Saygili, destnîşan kir ku di serdema AKP'ê de nêzî 27 hezar karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane û wiha got: "Bi taybetî piştî şewba Covît-19 ewlehiya kar û karkeran nebaye. Di sala 2020'an de di encama cînayetên kar de 2 hezar û 427 karkeran jiyana xwe ji dest dan. Piştî zagona Ewelî û Tenduristiya Karkeran a hêjmar 6331'an di sala 2013'an de ket meriyetê, di sektora tersane/keştiyan de 226 karkeran jiyana xwe ji dest dan. Di 5 salan de 10 hezar û 62 karkeran jiyana xwe ji dest dan."