Esnaf heqê baca dahateke bi dest nakeve dide 2021-01-21 09:19:13 WAN - Serokê SMMMO ya Wanê Îbrahîm Şahîn, destnîşan kir ku ji ber krîza aborî û şewbê esnaf hindik mane îflas bikin. Şahîn, anî ziman ku esnaf heqê baca dahateke bi dest nakeve dide û xwest deynên esnafan bên xerakirin.  Esnaf ji ber krîza aborî û tevdîr û qedexeyên şewba Covîd-19'ê hindik mane îflas bikin. Serokê Odeya Hesabgêr û Mişavwirên Malî yên Serbest (SMMMO) ya Wanê Îbrahîm Şahîn, bal kişand ser zor û zehmetiyên ku esnaf bi wan re rû bi rû mane.    DEYN   Şahîn, destnîşan kir ku esnaf baca dahateke ku bi dest nakeve dide. Şahîn, diyar kir ku esnaf beriya pandemiyê jî zor û zehmetî kişandine   Şahîn, bal kişand ser deynên bacê yên esnafan û got: "Belê, dê deyn bên sererastkirin lê yên neyên datîn. Esnafê ku pereyan qezenc nake û çerxa wî nagere wê çawa bide? Me berê jî tiştên bi vî rengî dîtin. Ji sedî 70'ê deynên hatibûn sererastkirin nehatibûn dayîn. Piraniya esnafan mişteriyên me ne. Hem çerxa wan nagere hem jî qezenc nakin. Wê esnaf nikaribe heqê baca dahateke bi dest nakeve bide. Bawer nakim ku hikûmetê baş alîkariya esnafan dike. Di fona betaliyê d ehin tişt hatin kirin. Ji bo kirê alîkariya hin esnafên biçûk hat kirin, lê têr nake. Heger pandemî dewam bike wê rewş xirabtir bibe."    'DIVÊ BAC JI WAN NEYÊ STENDIN'    Şahîn, destnîşan kir ku di dema pandemiyê de divê xerc û bac neyê stendin û got: "Di sala 2020'an de xerc û bac ji sedî 9.11 biha bûn. Baca demxeyê 38 lîre bû, kirin 56 lîre. Stopaja kirê kêm bû, bû ji sedî 110. Ev baş bû, lê divê ji bo qadên din jî wiha bikin. Di demeke ku kes qezenc nake de divê bac neyê stendin. Esnaf diyar dikin ku pakêtên tên aşkerekirin bi kêrî wan nayên."    ESNAF: EM LI BER XWE DIDIN    Esnaf Hayrettîn Canyuzec anî ziman ku di dema pandemiyê de hema bibêje karê wan nabe û ji bo li ser pêyan bimînin li ber xw edidin. Canyuzec, bilêv kir ku her diçe barê wan girantir dibe û got: "Hikûmetê ji bo kirê alîkarî da, lê negihaşt me. Jixwe alîkariyeke bi vî rengî bi kêrî me nayç. Heqê çay û xwarina me ji hezar lîreyî zêdetir e. Kirêya me 4-5 hezar TL ye, ma ê hezar lîre bi kêrî çi bê? Beriya pandemiyê jî kart unebû. Lê êvarî me nan dibir mala xwe. Lê piştî pandemiyê karê me ji binî ve çû."    YEKO YEKO DIGIRIN    Esnaf Ûlaş Dûrsûn jî destnîşan kir ku di dema şewbê de esnafên biçûk yeko yeko dikanên xwe girtine û got: "Em nikarin kirêya xwe bidin. Di vê pêvajoyê de em û xwediyê dikanan ketine qirika hev. Em heyr mane. Em nikarin bi deyn bidin, em nikarin bi deyn bistînin. Em nikarin malzeme jî bistînin. Ji bo vê pereyê pêşin divê. Ew jî tune ye. Her cara dikanê vedikim, mesrefê min 400-500 TL ye. Heqê ceryann, gaz, kirê, heqê xwarinê... Ev, her diçe zêde dibin."    MA / Bariş Donmez