Esnafên Cizîrê: Dewletê em bi zirareke mezin re rû bi rû hiştin 2020-12-02 09:28:25   ŞIRNEX - Esnafên Cizîrê diyar kirin ku ji ber qedexeyên hatine danîn karê wan hatiye sekinandin û xwestin alîkariya wan bê kirin.    Li Tirkiyeyê her ku diçe şewba Covîd-19'ê bêtir belav dibe û hejmara kesên ku bi şewbê dikevin û jiyana xwe ji didin jî her roj zêdetir dibin. Herî dawî ji hêla Wezareta Karên Navxweyî ve bi hinceta şewba Kovîd-19'ê cardin hin qedexe hatin îlan kirin û gelek esnaf jî nêçar man ku dikan û kargehên xwe bigirin. Li navçeya Cizîr a Şirnexê jî ji ber van qedexeyên navbirî esnaf zor û zehmetiyê dikişînin. Esnafan diyar kir ku piştî biryara Wezaretê Karên Navxweyî hindik mane bi temamî kargehên xwe bigirin.    'DEWLETÊ EM BI ZIRAREKE MEZIN RE RÛ BI RÛ HIŞTIN'    Esnaf Lîder Dogan diyar kir ku pênc sal in vî karî dike û tu salan bi qasî îsal zehmetî nekişandine û wiha axivî: "Roj bi roj her tişt biha dibe. Li gel aloziya aborî şewba koronayê jî li welat belav bû. Jixwe li gel vê nexweşiyê karê me zehmetir bû. Li gel biryarên ku herî dawî hatin weşandin, karê me bi temamî sekinî. Ev nexweşî li ser me bûye bar. Ji ber biryarên ku herî dawî hatin dayîn em mûşteriyan qebûl nakin. Lê em difikirin ku roj bê ev qedexeye rabin, ew mûşterî nema tên. Daxwaziya me ew e ku rayedarên dewletê dest biavêjin vê rewşê. Di pêvajoyeke wiha de dewlet dikare kirêyên me, deynê me yê ceryanê û avê bide. Ji ber ku dewlet em bi zirareke mezin re rû bi rû hiştin."   'ME TU ALÎKARÎ NEDÎTIYE'    Salîh Sungur ku qirtasiyeya wî heye bilêv kir ku 20 sal e ku ew vî karî dike, lê ji ber pêvajoya heyî niha bi zirareke mezin re rû bi rû ye û wiha got: "Îsal karê me sekiniye. Nexweşiya koronayê bandoreke nebaş li me kir. Kar tune ye, bi xelkê re pere tune û bazirganî jî nabe. Karê me li gor rewşa dibistana ye. Dema ku dibistan tune bin, karê me jî disekine. Em di rewşeke perîşan de ne. Em ne dikarin kirêya kargehên xwe bidin ne jî dikarin amûrên xwe bifiroşin. Pêwîste ku dewlet piştigiriyê bide me. Lê mixabin me tu piştgiriya dewletê nedît. Ev 2 sal in me kirêya kargeha xwe nedaye. Ji serê sibehê heta êvarî mûşteriyek jî nehatiye. Em dixwazin ku dewlet li şûna qedexeyan bi biryarên cuda ji me re bibe alîkar."    'EM BIXEBITIN DERD E, NE XEBITIN DERD E'   Hacer Catak jî da zanîn ku li Tirkiyeyê beriya şewba Covîdê jî alozî hebû û şewb wekî hincet tê nîşan dan û wiha got: "Em bixebitin derd e, ne xebitin derd e. Ez 20 sal in kuafortiyê dikim, min tu carî bi qasî van salên dawî zor û zehmetî nedît. Ji ber vê nexweşiyê kes nikare derkeve û ev jî bandoreke nebaş li karê me dike. Mûşteriyên ku tên jî em jê ditirsin. Ji ber ku em nizanin ku kî nexweş e, kî ne nexweş e. Lê em mecbûr in, bixebitin. Di nava rojê de herî zêde 2 mûşteriyên me tên. Em dixwazin ku şert û mercên me yên kar bên sererastkirin û ji bo parastina me û aboriya me tiştek bê kirin."