Cotkar: Em li ber bankayan bûn wekî parsekan 2018-01-15 10:17:31 MÊRDÎN - Veysî Abdulsemetoglu yê sewalkariyê dike, diyar kir  ku ew hemû hewl didin bi derfetên xwe karê xwe bidomînin û wiha got: "Ji ber polîtîkayên hikûmetê yên aboriyê cotkar û sewalkar li goşeyên bankayan bûn wekî parsekan."  Ji ber rabûn û daketinên pêla aboriyê, krîza siyasî û girtinên deriyên sînoran, bandorek neyênî li ser karên çotkarî, sewalkarî û sanayiye kirî, didome. Endezyarê Çandiniyê yê teqawît Mehmet Veysî Abdulsemetoglu yê li gundê Tiraşiyê ya navçeya Qosera Mêrdînê karê cotkarî û sewalkariyê dike, diyar kir ku li herêmê rewşa cotkarî û sewalkariyê ber bi qedandinê ve diçe   ‘DERIYÊN SÎNORAN HATIN GIRTIN…’   Abdulsemetoglu, anî ziman ku ji ber krîza siyasî û aborî ya li welat tê jiyîn, berî her tiştê bandoreke neyênî li ser cotkarî û sewalkariya li herêmê dike. Abdulsemetoglu, da zanîn ku kêm bûn û zêdebûna enflasyonê mîna hemû pîşesaziyan bandorê li ser kar cotkariyê jî dike  û wiha axivî: “Gava pîşesazî radiweste, cotkarî û sewalkarî jî pê bandor dibe.  Pîşesaziya herêmê ji Herêma Federal a Kurdistanê dihat. Piştî deriyên sînor hatin girtin, bazirganî û pîşesazî ber bi dawiyê ve diçe. Ev yek bandorê li ser me jî dike.”   ‘HIŞKAYÎ BANDORÊ LI COTKARÎ Û SEWALKARIYÊ JÎ DIKE’   Abdulsemetoglu, bal kişnad ser bi krîza heyî re, buhabûna genim û wiha pê de çû: “Berî 6 mehan buhayê êmê sewalan cûda bûn, lê îro pir pir cûdatire. Ji sedî 150 ferqe çêbû. Berî 4 mehan me kîsekê kayê bi 250 TL’an dikirî, lê niha em bi 450-500 TL’an dikirin. Ceh jî wisane, garis jî… Divê demildest dewlet ji bo çareseriyê gav bavêje. Her ku diçe herêm hişk dibe. Ji hişkahiya heyî ne tenê dê cotkar bi bandor bibin, dê sewalkar jî bi bandor bibin.”   ‘LI HERÊMÊ CIHOKA AVA TUNEYE’   Abdulsemetoglu, destnîşan kir ku ji ber cihoka ava li herêma Mêrdînê tuneye, ji ber wê her ku diçe hişkahî zêdetir dibe û wiha domend: “Bi Projeya GAP’ê re qaşû dê cihoka ava bihata çêkirin. Lê heya niha tu cihokên avê nehatine çêkirin. Li herêmê ne ku av keme, lê cihokên avê tuneye.”   'HIKUMETÊ EM KIRIN PARSEK’   Abdulsemetoglu, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Saziyên dewletê bi tu awayî piştgiriyê nade cotkar û sewalkaran. Em hemû bi derfetên xwe, hewl didin karê xwe bidomîn in. Ger bixwazî bibin alîkar, berî her tîştî divê êm bidin. Ez behsa alîkariyê nekim, ji xwe ev erka wane û divê vê yekê bikin. Dewlet û hikûmetê li goşeyên bankayan em kirin parsek. Em necarî krediyên bankanyan kirine. Divê demildest krediyên êm bidin sewalkaran. Ev pêdiviyek pir mezine, lê nexwe dê sewalkar têk biçin. Ger ji bo me piştgirî bê dayîn dê pirsgirêkên me kêm jî çareser bibin.”