‘Li şaxên PTT’ê tevdîrên Kovîd-19 nayên girtin’ 2020-11-17 12:14:57   AMED – Şaxa HABER-SEN’ê ya Amedê diyar kir ku li şaxên PTT’ê tevdîrên Kovîd-19 nayên girtin û xwest tevdîr werin girtin.   Sendîkaya Kedkarên Ragihandina Çapemeniyê û Postayê (HABER-SEN) a Şaxa Amedê têkildarî tevdîrên vîrûsa koronayê (Kovîd-19) li ber Navenda Postexaneya Amedê daxuyanî da çapemeniyê û bal kişand ser pirsgirêkên kedkarên PTT’ê. Endamên HABER-SEN’ê û nûnerên pêkhateyên Platforma Şaxan a KESK’a Amedê beşdar bûn û pankarta “Ne vîrûs, bêtevdîrê dikuje” hildan. Rêveberê HABER-SEN’ê Serhat Oktay diyar kir ku ji ber tevdîr li postexaneyan nayên girtin hejmara ku kedkarên PTT’ê bi koronayê dikevin zêde dibin û ji ber tevdîr nayên girtin tenduristiya hevalên wan tune tê hesibandin. Oktay got ew li ser zoriya amirên saziyê neçarin bixebitin û hevalên wan bi koronayê ketine bêyî dema wan karantînayê biqede gazî wan dikin ku biçin kar.   ‘BILA TEVDÎR WERIN GIRTIN’   Oktay destnîşan kir ku rojê maskeyek didin xebatkarên PTT’ê û li gel metirsiya koronayê jî di çarçoveya tevdîran de kelûpelên paqijiyê yên heyî kêm in. Oktay diyar kir ku navê kedkarên bi koronayê dikevin tê veşartin û kedkarên PTT’ê bi endîşeyî neçarin dixebitin. Oktay bang li rayedarên PTT’ê kir ku dmildest tevdîran bigirin û pêşî li koronayê were girtin.