SES’ê daxwaza budçeya lêkolîna xizantî û tenduristiya gel kir 2020-11-16 14:21:12   ANTALYA - Hevserokê Şaxa SES’ê ya Antalyayê Kaan Taşer, diyar kir ku wan daxwaza budçeyeke lêkolînê ya xizantiyê darbas bike û ji bo tenduristiya civak û gel daxwaz kirine.    Hevserokê Şaxa SES’ê ya Antalyayê Kaan Taşer, rapora xwe ya nirxandina amadekariyên sendîkayê ya derbarê Budçeya Wazareta Tenduristiyê û Budçeya Giştî ya sala 2021’an a ku di TBMM’ê, tê îqaşkirin de, ji raya giştî re aşere kir. Taşer, di civîna çapemeniyê ya ku li avahiya sendîkayê hat lidarxistin de axivî. Taşer, bal kişand ser pêvajoya pandemiyê û wiha got: “Şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19) bandorê li hemû civakê kiriye. Her ku diçe ev  rewş xirabtir dibe. Bi vê rê krîza aborî jî kurtir bûye. Êdî mirov nikarin debara xwe bikin.”   Taşer, axaftina xwe wiha dewam kir: “Ji bo ku ev rewş derbas bibe, xizantî û bêkarî ji holê rabe, lêkolîna tenduristiya civak û gel baş bê kirin, me daxwaza budçeyê kir.”