Penêrê zivistanê binax kirin 2017-10-02 09:03:14 WAN - Li Wanê welatiyên ku penêrê di demsala bahar û havînê de amade dikin û ji bo di demsala zivistanê de bixwin, dest bi binaxkirinê kirin.  Welatiyên Wanê, penêrê bi sîr û giha yê bi taybet li herêma Wanê tê amadekirin û di demsala bahar û havînê de çê dikin, ji bo heta demsala zivistanê biparêzin bin ax kirin. Welatiyên koçer penêrê bi hezar zor û zahmetî bi sîrîk, siyabo, mendê û gihayên cuda amade dikin, piştî amade kirin ji bo parastinê binax kirin. Welatî ji bo di demsaba zivistanê de bînin ser sifreyên xwe û tama wî xweş bikin penêkê ku bahar û havînan amade kirin xwê kirin û xistin kûb û bîdonan û binax kirin. Welatî ji bo pênêrê wan xera nebe li şûna têxin sarinca, rêbaza parastina sedan salan esas digirin û ji niha e binax dikin û diparêzin. Welatiyên Gundê Cilliye Jêr ku debara xwe bi sawalvaniyê dikin, piştî penêrê xwe amadekirin binax kirin. Welatiya Gund Nebahat Yildiz, penêrê di demsala bahar û havînê de bi hezar zor û zahmetî amade kir diyar kir ku ew ji niha de binax dikin û heta demsala zivistanê di bin axê de diparêzin.    Yildiz, anî ziman ku şîrê nekelandî, dikin penêr û roj bi roj dixin meter û bîdonan. Yildiz, destnîşan kir ku piştî 3 mehan penêr depo dikin di demsala payizê de bin ax dikin û heta demsala zivistan û baharê diparêzin. Yildiz, da zanîn ku berî penêrê xwe bin ax bikin bi xwêya keviran şor dikin û di bin axê de diparêzin.    Yildiz, daxuyand ku penêrê xwe di meha îlon û cotmehê de bin ax dikin û di meha kanûn çile de ji bin axê derdixin. Yildiz, bilêv kir ku ev bûye wekî çandekê û penêrê di bin axê de tê parastin tam û ekla wî bêtir xweş e û bêtir ji bo tenduristiyê baş e. Yildiz, destnîşan kir ku bîton û metereyên penêr serberjêr dixin axê û hemû ava wan têparzinandin û xweş dibe. Yildiz, diyar kir dema penêr ji bin axê derdixin hinekî j bo xwe û hinekî jî ji bo dost û cîranan belav dikin û hinekî jî difiroşin.