Piştî daxwaza ji bo lîmonan kêm bû berê xwe dan mûzan 2018-01-14 09:24:41 MÊRSÎN - Gelê Taxa Lîmonlûyê ku li Mêrsînê berê bi lîmonên xwe navdar bû, ji ber her diçe qîmeta lîmonan kêm dibe, berê xwe dan hilberîna mûzan.  Demekê ji sedî 70'yî lîmonên Tirkiyeyê li Taxa Lîmonlû ya navçeya Erdemlî ya Mêrsînê dihatin hilberandin. Lê belê ji ber her diçe qîmeta lîmenan kêm dibe, cotkarên vê taxê berê xwe didin hilberandina mûzan.    Cotkar Îrfan Ozçalişkanê ku bi salan e li Taxa Lîmonlûyê dijî wiha got: "Li gor berên din hem lênerîna mûzan hêsan e hem jî qezenca wan zêde ye. Dema tu tu datînî di nav 9 mehan de mêweyê dide. Em şitlên wan 7 salan carekê diguherînin. Salên destpêkê bi nêvengî 4 ton û nîv mûz tê hilberandin. Paşê di navbera 8-10 tonan de mûz tên hilberandin. Qezenca wan baş e. Lênerîna wan zewqê dide mirovan." Ozçalişkan got ku kîloya lîmonan bi 2 lîreyan e, lê ya mûzan 3-4 lîre ye.   Mehmet Eren destnîşan kir ku li Taxa Lîmonlûyê hezar û 500 mal hene û hema bêje berê hemû şêniyên taxê lîmo hildiberandin, lê belê piştî daxwaza ji bo lîmonan kêm bû şêniyên taxê êdî li serayên xwe mûzan hildiberînin. Eren got ku beriya sala 2005'an Taxa Lîmonlûyê piraniya pêdiviya lîmonan a Tirkiyeyê bi cih dianî, lê belê piştî 2005'an daxwaza ji bo lîmonan her çû kêm bû û piştî buhayên wan kêm bûn şêniyên taxê jî berê xwe daye hilberandina mûzan.