Jina hilberîner hîn bihêztir e 2020-10-31 09:10:30 DERSIM - Li Dersimê Hatûn Guder, li gel keda xwe ya li nav malê berhemên ku hildiberîne jî li ser dezgeha xwe ya biçûk difiroşe. Guder got: "Jina hilberîner, hîn bihêztir e."  Hatûn Guder a 40 salî ku ji ber karê hevjînê xwe tim diçe bajarine din, piştî 11 salan hatiye li bajarê xwe Dersimê bi cih bûye. Piştî hatiye Dersimê, dezgehek biçûk daniye ber mala xwe û rîçal û selikên ku çêdike li ser vî dezgehî difiroşe. Guder, bilêv kir ku hez ji hilberandinê û kedê dike û got: "Li malê werê betal betal adiz dibûm. Hez dikim ku titştina re bilî bibim. Piştî karê malê naxwazim rûnêm. Li Trabzonê ji bo çêkirina selikan çûbûm kursê. Piştî hîn bûm, min li malê dest bi çêkirina selikan kir. Çêkirina selikan zehmet e. Ez destiyê selikan pêşî dixim nav ava germ û her 5 deqeyan carekê wan dihûnim. Zehmet be jî, lê bi dilxweşî çêdikim. Niha wan li ser dezgeha xwe difiroşim. hema tu 5-10 lîreyan qezenc bikî jî tu dilxweş dibî."    HILBERÎN    Guder, xwest jin hemû hay ji keda xw ehebin û got, jina hilberîner xwedîgotin e jî. Guder, bilêv kir ku divê jin li ser pêyên xwe bimînin û hilberînin û got: "Gava tu hilberînîn, xwebariya te zêde dibe. Yanî divê jin ji hilberandinê dûr nekeve. Hêdî hêdî wê bi ser bikeve."    Guder got: "Jina hilberîner, hîn bihêztir e."