Banga ciwanan a ji bo budçeyê: Deynên KYK'ê xera bikin 2020-10-23 09:08:24 ENQERE - Ciwanan anî ziman ku piştî zanîngeh kuta kirine deyndar bûne û niha betal in û got, budçe divê ne ji bo şer û sermayeya alîgir, divê ji bo ciwanan bê veqetandin û xwestin deynên wan ên KYK'ê bên xerakirin.  Di 10 salên dawî de gelek xwendekar ji ber krediya hîndekariyê deyndar in. Saziya Kredî û Wargehan (KYK) deynê 279 hezar û 797 xwendekarî ragihand Wezareta Xezîne û Maliyayê. Xwendekarên ku nikarin vî deynî bidin wan didin ber heczê. Ciwanan anî ziman ku piştî zanîngeh kuta kirine deyndar bûne û niha betal in û got, budçe divê ne ji bo şer û sermayeya alîgir, divê ji bo ciwanan bê veqetandin û xwestin deynên wan ên KYK'ê bên xerakirin.   'BILA NEYÊN TALOQKIRIN BÊN XERAKIRIN'   Emîr Parlak anî ziman ku gava xwendekarê Zanîngeha Kirikkaleyê bû 3 xwişk û birayên wî jî xwendekar bûne, lê belê dîsa jî ji wî re bûrs derneketiye û got, di navbera kesan de cihêkarî hatiye kirin. Parlak, diyar kir ku ji bo salekê kredî stendiye, lê belê niha bûye 6 hezar Tl e û got, krediyên hînkariyê xwendekran piremxdûr kiriye. Parlak, destnîşan kir ku divê deyn neyên taloqkirin bên xerakirin û got: "Divê hikûmet vê daxwaza xwendekaran têxe nava rojeva xwe."    Zeynep Bîlîr jî got: "Hin kes tim li be rme ciwanan dibin asteng. Dixwazin nifşeke b perwerde, bê çand û kole bigihê. Her sal bi awayekî sûkî deynên KYK'ê dixin rojevê, lê dûr re dev jê berdidin. Êdî em dixwazin ev mesele bê helkirin."    Bîlîr, anî ziman ku nêzî 10 hezar TL kredî stendiye û got: "Min 350 TL disten û 230 TL'yê wê dide wargeha KYK'ê. Ma wê ciwanek bi yê mayî debara xwe bike an heqê mesrefê xwe bide? Gava em zanîngehê kuta dikin, dor tê dayîna vê krediyê. Jixwe betalî pir zêde bûye. Derûniya me xirab bûye. Em dixwazin deynên me bên xerakirin."    'JI BO CIWANAN BUDÇE'    Berhat Ûzûnay jî anî ziman ku 10 mehan kredî stendiye, lê belê krediya ku stendiye têra kirêya wî û heqê pirtûkên wî yên dibistanê nekiriye lê ji mecbûrî stendiye. Ûzûnay got: "Ciwanên ku zanîngehê kuta dikin bi awayekî deyndar dest bi jiyanê dikin. Em baş dizanin bê budçeyê ji bo çi vediqetînin û çawa xerc dikin. Vê carê bila budçe ji bo ne ji bo şer û alîgiran, bila ji bo ciwanan veqetînin û deynên me xera bikin."    MA / Eylem Akdag