‘Wê aborî nikaribe heya 2023'yan li ber xwe bide, hilbijartina pêşwext divê' 2020-10-23 09:05:59 STENBOL – Aborîzan Mûstafa Sonmez, destnîşan kir ku ne mimkun e ku aborî di van şert û mercan de heya sala 2023'yan li ber xwe bide û got: "Her diçe qulik mezin dibe. Em ketine fetlonekeke pir mezin." Her wiha Sonmez anî ziman ku divê muxalefet israra xwe ya di warê hilbijartina pêşwext de bidomîne.  Aborîzan Mûstafa Sonmez, destnîşan kir ku ji bo rewşa aboriyê baş bibe divê xwe ji îqtidara heyî xelas bike.    ‘DIBE KU TIRKIYE ÎFLAS BIKE'    Sonmez, anî ziman ku niha deynê Tirkiyeyê bi giştî 400 milyar dolarî derbas kiriye û got, divê 181 milyar dolarî vî deynî di nava 12 mehan de bide. Sonmez, diyar kir ku ev deyn deynekî pir giran e û got: "Dibe ku nikaribe vî deynî bide. A rast tişta esas ev e; wê Tirkiye di nava 12 mehan de karibe 181 milyar dolarî peyda bike? Heger peyda neke dbe ku Tirkiye îflas bike."    ENDÎŞEYA AKP'Ê YA JI BO HILBIJARTINA PÊŞWEXT    Sonmez, ji bo nîqaşên derbarê hilbijartina pêşwext de jî anî ziman ku dibe ku rewşa aboriyê biryara AKP'ê ya derbarê hilbijartina pêşwext de biguherîn û got: "Mirov pir xizan bûn. Rêjeya betaliyê bûye ji sedî 30. Ên dengê xwe didin AKP'ê jî ji ber vê rewşê îsyan dikin. Wê ev jî bibe sedema kêmbûna dengan. Ji bo ji wan zêde xwîn neçe dibe ku biryara hilbijartina pêşwext bidin. Lê niha ba ji hêla din tê. Dibe ku piştî guleşa bi partiyên din re ber bi hilbijartineke pêşwext de biçe."    WÊ ABORÎ HEYA 2023'YAN NIKARIBE LI BER XWE BIDE    Sonmez, bilêv kir ku ne mimkun e ku aborî di van şert û mercan de heya sala 2023'yan li ber xwe bide û got: "Her diçe qulik mzin dibe. Dibe ku ji bo zivistanê sotemeniyê peyda nekin, dibe ku nikaribin îthalatê bikin. Em ketine fetlonekek pir talûke. Wê çawa bê birêvebirin, em jî meraq dikin. Nan nakeve mala 10 milyon mirovên betal. Ên dixebitin jî li ber eflasyonê dieciqin. Dibe ku ji ber pandemiyê rewş careke din xeraab bibe. Ev hemû tên wateya ku her diçe krîza aborî kûrtir dibe."    MUXALEFET DIVÊ ISRARA XWE YA JI BO HILBIJARTINÊ BIDOMÎNE    Sonmez, destnîşan kir ku pêdiviya Tirkiyeyê bi çûyîna îqtidara AKP'ê heye û got, ji bo vê jî divê demildest Tirkiye ber bi hilbijartinke demokratîk û şefaf ve biçe û welêt ji AKP-MHP'ê dûr bikeve û her wiha divê muxalefet jî israra xwe ya ji bo hilbijartina pêşwext bidomîne.    MA / Nacî Kaya