Aborîzan Muftuoglu: Hilberîn tune lê kirîna çekan heye 2018-01-10 11:41:47 ENQERE - Aborîzan Alk. Doç. Dr. Ozgur Muftuoglu, diyar kir ku hikûmeta Tirkiye çavkaniyên aboriya Tirkiye pêşkêşî sermayedaran dike û wiha got: "Tevî ku li Tirkiye hilberîn tune ye jî dîsa bê navber çekan dikirin. Çavkaniyek mezin a aboriyê pêşkêşî çekan dikin."  Aborîzan Alk. Doç. Dr. Ozgur Muftuoglu yê bi KHK'ya Hêjmar 689'an ji Zanîngeha Marmarayê hat dûrxistin, der barê polîtîkayên aboriyê yên Tirkiye de nirxandinên girîng kir. Muftuoglu, diyar kir ku hikûmeta Tirkiye çavkaniyên aboriya Tirkiye pêşkêşî sermayedaran dike û wiha got: "Tirkiye piraniya çavkaniyên xwe ji çavkaniyên cemaweriyê pêşwazî dike. Dema çavkaniyên cemaweriyê xelas bibe, dê krîza civakî kûr bibe. Mezinbûna Tirkiye ne ji ber hilberînê ye. Mezinbûna Tirkiye tenê bi hêjmaran e. Mezinbûn ne ji ber hilberînê ye. Bi taybetî ji ber mal û çavkaniyên cemaweriyê pêşkêşî sermayedaran hatiye kirin wekî ku Tirkiye di qada aboriyê de pêş ketiye tê xuyakirin.    DEMA ÇAVKANÎ XELAS BIBIN DÊ KRÎZ DEST PÊ BIKE   Muftuoglu, anî ziman ku niha hikûmet ji çavkaniyên cemaweriyê xerç dike û kengî çavkaniyên cemaweriyê xelas bû dê krîza aborî û civakî dest pê bike û wiha got: "Kengî çavkaniyên cemaweriyê xelas bûn, dê krîza kûr dest pê bike. Hilberîn tune ye. Em niha mal û milkên di destê xwe de difiroşin. Enflasyon her ku biçe dê zêde bibe. Ji ber ku nifûsa Tirkiye zêde ye serf û xerçkirin jî zêde ye. Lê li hemberî vê yekê hilberîn tune ye. Serfkirin heye, lê hilberîn tune ye. Feraseta me ya li ser hilberînê tune ye. Em hem çavkaniyên aborî ava nakin û hem jî malê xwe yê xerçkirinê bi dovîzan pêşwazî dikin. Ev dê bibe sedem ku piştî demekê krîza aborî pêş bixe. Ji ber ku em ji nûve ava nakin û lê zêde nakin êdî mezinbûn pêş nakeve. Ji ber vê yekê her ku diçe betalî zêde dibe. Tirkiye êdî ketiye halê ku derya, daristan ax û ava xwe tevî difiroşe. Hilberîn tune, lê çekan dikirin. Çavkaniyên gelek mezin li çekan xerç dikin. Mînaka herî şênber ES400 kirîn. Dîsa bi Fransa  re peymana çekan îmze kirin. Dîsa bi Almanya re gelek peymanên çekan îmze kirin. Tirkiye êdî di milê çekan de girêdayî welatên derve ye û ji bo vê yekê mal û milkên Tirkiye pêşkeşî çekan dikin."    MA / Selman Guzelyuz