Di 5 salan de 58 penêrfiroşan dikanên xwe girtin 2020-10-05 09:00:55 AMED – Li Sûka Penêrfiroşan a navçeya Sûrê di 5 salên dawîn de 58 penêrfiroşan dikanên xwe girtine. Penêrfiroşan, destnîşan kir ku bi qrîza aborî û pandemiyê re karê wan hatiye asta rawestandinê û gotin ku tehma sûkê nemaye. Li Amedê, ji ber qrîza aborî her roj dikanên nû li dikanên ku tên girtin zêde dibin. Li gorî daneyên Yekitiya Odeyên Pîşekar û Esnafan a Amedê, di 6 mehên destpêkê yên sala 2019’an de li bajar 912 dikan hatine girtin. Dîsa ji 6 mehên dawîn ên heman salê û heta niha 890 dikanên din jî hatine girtin.    Herî zêde jî dikan li Sûka Penêrfiroşan a li navçeya dîrokî Sûrê hatine girtin. Sûka ku berê 84 dikan lê hebûn, di 5 salên dawîn de ji ber qrîza aborî, qedexeyên derketina derve û pandemiyê 58 dikan lê hatine girtin tenê mane 26 dikan.   JI HER DERA WELAT RE PENIR DIŞÎNIN   Esnaf Lokman Yaşar ku 20 sal in li sûkê penir difiroşe, diyar kir ku bi qedexeyên derketina derve yên sala 2015’ân re girtinan dikanan dest pê kiriye û wiha gotg: “Bi kûrbûna qrîza aborî re girtina dikana zêde bû. Li gel ku demeke dirêj bihayê penir naguhere jî kes zêde nayê nakire. Penir ji gundên Farqîn, Çinar û Erxenê tê sûkê. Bihayê kiloya penir di navbera 20-35’an de diguhere. Em penirê li vir ji her dera welat re dişînin. Berhemên me xwezayî û xweş in.”   TEMA SÛKÊ NEMAYE!   Esnaf Besrî Yenîş jî ku ji kêmbûna karê wan gazinan dikir, da zanîn ku tema sûka penirfiroşan nameye û ev tişt anî ziman: “Ji bo debara xwe em vî karî didomînin. Li her cihê penir tê firotin, lê qalîteya penirê me cuda ye. Penirê li vir ne berhemê kargehê ye. Niha piraniya mirovan tenê kîlokî 2 kîlo dikirin. Berê em ji firotina penir nikaribûn bisekinin. Lê niha ji 2 saetan carekê ancax bikerek tê. Kar êdî nemaye.”   BANDORA PANDEMIYÊ   Esnafê bi navê Lokman Aydar jî, bi lêv kir ku bi destpêkirina pandemiyê re karê wan hatiye asta rawestandinê û wiha axivî: “Ji bo ku liv û tevgera li sûkê zêde bibe divê sûk bê sererastkirin. Sozên ku berê hatin dayîn bi cih nehatin. Dikan bûna mîna hêlinên çukan. Ji ber bûyeran nêzî 6 mehan dikan nehatin vekirin û heta salekê kes nehat dikanan. Xesara me ya van deman nehat bersivandin. Bi pandemiyê re karê me sekiniye. Hêza kirînê kêm bûye. Berê bikerekî ku bi 100 TL’yî 5 kîlo penir bikiriya niha dikare tenê 3 kîlo penir bikire. Her gav û saet zem çêdibin.”   MA / Fethî Balaman – Ergîn Çaglar