Çalakiyên li Îranê bazirganiya li ser sînor rawestand 2018-01-07 09:27:31 COLEMÊRG – Çalakiyên gel ên li dijî Rejîma Îranê berdewam dikin. Çalakiyan bandora xwe li ser esnafên Colemêrgê jî kir. Ji ber çalakiyan bazirganiya li ser sinor jî rawestiya. Ji ber aloziyên li Îranê çûn û hatin rawestiya  û bazirganî qut bû.  Çalakiyên gel ên li dijî Rejîma ÎRanê berdewam dike. Ji ber çalakî zêde dibin bandora xwe li ser bazirganiya Sînor jî dike. Dîsa bandora xwe li ser çûn û hatina welatiyan dike. Disa bandora xwe li ser esnafên Colemêrgê jî kir. Ji ber aloziyan êdî esnafên ser sinorê Bazirgê yê Geverê nikarin biçin kirîn û firotinê bikin.    ÇAVKANÎ BAZIRGANIYA BI ÎRANÊ RE YE   Endesyarê Madenê Engîn Kutluk ku Çingo û Sifir di ser Îranê de difiroşe bazara welatên cihanê diyar kir ku ger çalakî wisa zêde berdewam bikin dê fîrma îflas bikin. Kutluk, anî ziman ku ji ber li Colemêrgê êdî çandînî û sewalkarî xelas bûye tenê çavkaniya wan, bazirganiya li ser sînor e. Kutluk, destnîşan kir ku ev bûyer bandorê neyînî li ser wan dikin.    BETALÎ ZÊDE BÛ   Kutluk, anî ziman ku di gumrikê de jî astengî pêş ketin û êdî fîrma û şîrketên li herêmê jî ketine nava fikaran û wiha got: "Ger ku bûyerên li Îranê wisa berdewam bike sektora madenê dê têkevin bin bandora neyînî. Ger ku wisa bidome dê Finansmana fîrmayan kêm bibe. Dê kar kêm bibe betalî zêde bibe. Ger ku sanayî jî paşve bikeve dê betalî zêde bibe. Ev dê bi her awayî bandorek neyînî li ser bajar bike."    ‘BI DEH HEZARAN MALBAT BI BAZIRGANIYA SÎNOR DEBARÊ DIKIN' 0   Bazirganê sînor Nedim Şener, jî diyar kir ku ew bi alav û amûrê ji Îranê tîne debara xwe dike û wiha got: "Hefteyek dawî ye karê me qet nebaş e. Her tişt buha bû. Ji ber bertekên li dijî rejîmê û bûyerên derketin kar kêm bûn. Em niha ditirsin biçin wir. Li Colemêrg û navçeyên wê nêzî 25- 30 hezar kes li ser deriyê Sînor ê Bajirgê debara xwera xwe dike."    Esnaf û bazirganê sînor Sefer Timur jî anî ziman ku tenê debara wan sînor e û wiha got: "Hemû debara me girêdayî bazirganiya li ser sînorê Îranê ye. Ji Elbakê heta Geverê û heta Çelê hemû navçeyên Colemêrg û Wanê li ser deriyê sînor ê Bajirê ne. Welatiyên vir bazirganiya xwe li ser deriyê sînor dikin. Her rojê nêzî 2 hezar mirov di deriyê sînor ê Bajirgê re derbas dibin. Niha em ditirsin biçin alavan bikirin. Her tişt pir buha bûye. Hemû debara welatiyên vir bazirganiya li ser sinor e. ."