SES: 500 xebatkarên tenduristiyê dest ji kar berdan 2020-09-01 14:03:32   ENQERE – Şaxa SES’ê ya Enqereyê diyar kir ku piştî biryara “asayîbûnê” ya 1’ê Hezîranê ji ber zêdebûna pêketiyên koronay3e 500 heb kedkarên tenduristiyê ji karê xwe îstîfa kirine.    Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) a Şaxa Enqereyê têkildarî dest ji kar berdana xebatkarên tenduristiyê ku ji ber pêketiyên vîrûsa koronayê zêde bûne daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin kul i Enqereyê rojane hejmara pêketiyên koronayê derdora 2 hezarî ye û ji ber ku di xizmeta tenduristiyê de tevdîr nayên girtin û daxwaz nayên bersivandin kedkarên tenduristiyê dest ji kar berdidin. diyar kir ku piştî biryara “asayîbûnê” ya 1’ê Hezîranê ji ber zêdebûna pêketiyên koronayê 500 heb kedkarên tenduristiyê ji karê xwe îstîfa kirine. SES’ê da zanîn ku li Enqereyê rojane bi ser 20 kesî re jiyahna xwe ji dest didin.