Bi salan e li vî aşî tehîn tê hêrandin 2018-01-05 09:04:24 COLEMÊRG – Aşê ku li gundê Biyadir ê Çelê qirneke xizmeta gelê herêmê dike. Havînan li vî aşî zad û zivistanan jî tehîna navdar a Çelê tê hêrandin.  Malbata Kaynak, li gundê Biyadir ê girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê tehîna navdar a Çelê çê dike. Hevjînên hev Abdullah û Remziye Kaynak li aşê ku wek mîrate ji wan re maye, tehînê çê dikin û eleqeyeke zêde ji bo vê tehînê heye. Malbata ji ber valakirina gundan a salên 1990’î demek dirêj aş nexebitandin. Lê belê malbata ku piştî demekê dîsa vegeriya gund, ji nû ve aş xebitandin. Li vî aşê tê xebitîn zadê gundên derdorê tê hêrandin. Ji Kanûnê heta meha Hezîranê jî li vî aşî tehîn tê çêkirin.    KAR Û BAREKÎ ZEHMET   Ji gundiyan Mustafa Akdemîr destnîşan kir ku ew pêşî kunciyan dineqînin ku ev karekî zor û zehmet e û wiha domand: “Ewil em kunciyan ji zeviyan tînin û hişk dikin. Piştî ziwa dibin em dadiweşînin û kunciyan berhev dikin. Daweşandin xelas dibe şevekê di şorikê de dihêlin, heta ku qalikên wan jê dibin. Herî dawî jî em kunciyan dixin kîsan û di avê de dişon heta arî dibin.”    Akdemîr, da zanîn ku piştî vî karî kunciyan diqelînin û ji bo tihînê dibin aşê. Akdemîr, got ku piştî moxilkirinê ew kunciyan berdidin aş û tehînê çê dikin.    ‘DEMA KUNCÎ BI QALÎTE BE TIHÎN JÎ BI QALÎTE YE’    Fehmî Hemetoglu jî diyar kir ku piştî ew vegeriyan gundê xwe qîmeta gundê xwe nû fêm kirin û ji ber avhewaya herêma wan a ku dişibe avhewaya Akdenîzê çandiniya birinc û kunciyan pêk tê. Hemetoglu anî ziman ku kuncî li avhewa germ şîn dibin û wiha got: “Em li herêmê ji 20’ê Gulanê şûn ve dest bi çandina kunciyan dikin. Heta 3-4 mehan çandina kunciyan xelas dibe. Kunciyên bi qalîte ku li herêma me şîn dibin hem ji bo aboriya herêmê û hem jî ji bo xwarinê bi fêde ye.”  Hemetoglu, got ku li gorî qalîteya kunciyan qalîteya tehînê jî diguhere.    AŞVANIYÊ JI BAVÊ XWE HÎN BÛYE    Remziye Kaynak a ku bi salan e li herêmê aşvaniyê dike jî wiha got: “Ez ji bavê xwe fêrî vî karî bûm. Piştî wefata bavê min, min û hevjînê xwe bi hev re ev aş xebitand. Hêj xebatandina aş dewam dike. Li aşê me ard û cureyên din ên zad tê hêrandin. Demsala payîzê heta dawiya biharê jî em li aş tehînê çê dikin."    Kaynak, da zanîn ku li herêma Çelê gelek cureyên dexil û zad hene û li herêma wan tenê ev aş heye û bi malbatî debara xwe bi vî aşî dikin.    MA / Hamza Gunduz